Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Çalakiya turên wesayîtê ya 'Ji Ocalan re azadî' li Swêdê didome

Çalakiya mînîbûsê ya ku di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ku li bajarên Borlange, Gavle, Vasteras, Orebro, Karlstad û Soderham ên Swêdê hatiye lidarxistin dewam dike.

Wesayîtê li bajarên Borlange, Gavle, Vasteras, Orebro, Karlstad û Soderham ên Swêdê du roj in turan digere.

Çalakiya ku li Borlange û Falûnê hate kirin eleqeyek mezin ji bo wê hate nîşandan.

Siyasetmedarê Kurd Şefîk Agir ê di çalakiyê de axivî got: “Ev çalakiya me ya wiha wê dewam dike. Em ê bi xurtî dengê azadiyê ya ji bo Ocalan bilind bikin.”