Çalakiya rûniştinê ya li Stûttgartê di roja 4’an de didome

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî li Stûttgartê çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin.

Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî didomin.

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê jî Kurdistaniyan di 22’ê Sibatê de çalakî dabûn destpêkirin. Çalakî didome.

Çalakiya ‘Azadî ji Rêber Apo re’ roja Duşemê li Qada Kobanê ya li Stûttgartê hatibû destpêkirin. Du rojan endam û çalakgerên Meclîsa Gelê Kurd a li derdora Stûttgartê çalakî domandibûn û duh jî Kurdên ji Heîlbroon û Pforsheîmê çalakî dewr wergirtibûn.

Îro jî koma ji 30 kesan pêk dihat a ku endamên Meclîsa Gel a Freîbûrgê jî di nav de bûn, çalakî wergirtin.

Di çalakiyê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê belavkirin û agahdarî tê kirin.

Di çalakiyê de berxwedana Garê hate silavkirin û peyam hate dayîn heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe, wê çalakî bidomin.