Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY di roja 3’an de domiya

Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo xwedîlêderketina berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) di roja 3’emîn de domiya.

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîbûna zextên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de girtiyan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Ji bo balkişandina vê çalakiyê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin.

Çalakiya rûniştinê ya ku roja Duşemê bi daxuyaniya çapemeniyê hatibû destpêkirin, di nava hefteyê de hate bidawîkirin. Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo 3 rojan hatibû lidarxistin, di demên pêş de veguhere çalakiyên bêdorveger.

Siyasetmedar Metîn Mîntaş derbarê berxwedana di çarçoveya pêngava ‘Dawî li tecrîd, dagirkerî û faşîzmê bîne, dem dema azadiyê ye’ de ji ANF’ê re axivî.

Mîntaş got ku “Di sala 21’emîn a komploya navneteweyî de faşîzma dewleta Tirk bi êşkenceya tecrîdê re dixwaze berxwedana gelê Kurd bişkîne. Ji roja Duşemê û vir ve ligel sar û sermayê û astengiyên ji ber Covîd-19’ê me li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî konekî berxwedanê vekir û ji bo ku em daxwazên mafdar ên girtiyan ragihînin raya giştî ya navneteweyî, me dest bi çalakiya rûniştinê kir. Ji bo ku em dengê girtiyan bidin bihîstin, em ê li qadan bin.”

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY wê di 1’ê Sibatê de roja Duşemê dîsa bidome.