Çalakiya rûniştinê ya li Marsîlya 3 roj li pey xwe hişt

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya ya Fransayê hatibû destpêkirin, roja 3’an li pey xwe hişt.

Çalakiya li Qada Vîeûx-Port a Marsîlyayê hate kirin, Kurdistaniyên ji Bordeaûx, Montpellîer, Marsîlya û Dragûîganê hatibûn tevlî bûn.

Di çalakiyê de Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan di çarçoveya kampanya ‘dîktator darezînin’ îmze hatin komkirin, aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî belavok belavkirin û ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ dan nasîn.

Li ser navê TCŞ Gunkar Gultekîn axivî û serketina Garê silav kir, bang li ciwanan kir ku tevlî çalakiyê bibin.

Sûltan Yildiz a ji Bordeaûxê hatibû jî axivî û banga xwedîderketina li çalakiyên tên kirin, kir.

Di çalakiyê de tevahî rojê stran û sirûdên Kurdî hatin qîrkirin.

Hunermendê kolanan Şêwekar Mohamed Alî Ayadî li cihê ku kon lê hatibû danîn wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêz kir.