Çalakiya rûniştinê ya li Dusseldorfê didome
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Dusseldorf a Elmanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 5’an de dom dike.
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Dusseldorf a Elmanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 5’an de dom dike.
Çalakiya rûniştinê ya li nêzî parlementoya paytexta NRW Dusseldorf a Elmanyayê hatibû destpêkirin di roja 5’an de ye.
Hevseroka KOM-MED’ê Yildiz Fîlîmcî, Hevserokê Federasyona MED’ê Engîn Sever, Hevseroka FEDA, Demîr Çelîk, Nûnerê CÎK’ê Volkan Altûn li ser navê TCŞ û TEKO-JIN jî Şoreşger Avesta axivîn.
Hevserokê Federasyona MED’ê Engîn Sever diyar kir ku 5 roj in di nava çalakiyan de ne, heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerabe û bi fîzîkî azad nebe wê çalakiyên xwe bidomînin. Sever banga xurt a tevlîbûna ji bo meşa sibe bê lidarxistin, kir.
Hunermendên TEV-ÇAND’ê Kawa, Zahir Loran û Loqman Dilawer jî tevlî çalakiyê bûn û stran ji bo çalakvanan gotin.
Hunermend Kawa li vir axivî û diyar kir ku gelê Kurd û Rêberê û lehengên wan bi hev re têkoşîna xwe didomînin.
Endamên Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) yên tevlî çalakiya îro bûn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi deyîşan sema gerandin.
Çalakiya rûniştinê ya ku 5 roj in dom dike wê sibe bi meşekê bi dawî bibe. Meş saet 14:00’an wê ji pêşiya DGB Haûs destpê bike.