Çalakiya rûniştinê ya li Dusseldorfê di roja 4’an de ye

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê hatibû destpêkirin di roja 4’an de didome.

Çalakiya rûniştinê ya ku roja Yekşemê li Paytexta Eyaleta Bakurê Ren Vestfîlya (NRW) a Dusseldorf a Elmanya hatibû destpêkirin li qada Cornalîûsplatz saet 12:00’an destpê kir.

Çakakiya bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û şûnde li ser navê KON-MED’ê belavokek hate xwendin.  Çalakiya îro Kurdên li Bortmûnd û Bonnê dijîn dewirgirtin. Her wiha endamên ADKH û MLKP jî destek dan. Li aliyê din di çalakiyê de nirxandinê Ocalan jî hatin xwendin û broşurên ji ramanên Ocalan hatibûn amadekirin jî hatin belavkirin.

Di çalakiyê de nûnera Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriye (PDKS) Bawe Narîn axivî bal kişand ser têkoşîna bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan ku 40 sal in tevî hemû êrîşan dom dike, diyar kir ku pradîgmaya Ocalan derxistî ji bo hemû cîhanê bûye modelek.

Hevserokê ATÎK’ê Suleyman Gurcan jî axivî û got: “Abdullah Ocalan di nava îzalasyoneke taybet de tê hiştin, ev jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ev ne tenê polîtîkaya dewleta Tirk heman demê polîtîkaya dewletên navneteweyî ne.” ;Gurcan, daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî dikin.

Parlementera berê ya HDP’ê Tûba Hezer jî li qada çalakiyê semînerek da û ev nirxandin kir: “Em civakek bi şansin ku îro li ser xeta Rêbertîne ku jiyanek alternatîf ji bo hemû cîhanê pêşkêş kirî, dimeşin. Berxwedana Rêbertî, komploya navneteweyî vala derxit, ji ber ku ramanên wî bûne gerdûnî tecrîdekî wiha li ser didin meşandin.”

Hezer bal kişand ser faşîzma li Tirkiyeyê û got: “Fikarên me li ser her tiştî hene. Qirkirinek mezin heye. Êrîşkariya li ser HDP’ê tecrîda li ser Ocalan tê kirin heman e. Grevên birçîbûnê jî encamên vê polîtîkayê ne. Divê Ewropa destekê nede polîtîkayên qirkirina Kurdan.”

Hezer wiha domand: “Hemû cîhan deyndarê Abudllah Ocalan e. Îro ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanya tên birêvebirin, dîsa kapmanya jinan a darezandina dîktator heye. Di wê hêviyê de me ku wê rojek dîktator bi destê jinên Kurd bê darezandin.

Di dewama çalakiyê de nûnera MLKP’ê Şafak Denîz Îldan jî axivî û Xelîl Şen û şehîdên meha Tîrmehê yên li dijî tecrîdê bedena xwe dabûn ber agir û şehîdên Garê bibîr anî. Îldan banga mezinkirina têkoşînê kir.

Saet 15:00’an jî bernameya çandê destpê dike. Hunermendên TEV-ÇAND’ê Ronî  Erez û Narînxan bi stranên xwe çalakvan coşandin.