Çalakiya pankartan a ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li Ewropa didome

Çalakiya pankart û afîşan a ‘Ji Ocalan re azadî’ ya ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin li gelek welatên Ewropayê didomin.

Çalakî ji 1’ê Mijdarê ve li gelek bajaran hatiye destpêkirin. Vê Înê jî li Lîmasol a Qibris, Bîel a Swîsre, Hannover û Hîldesheîm a Elmanyayê jî pankart hatin daliqandin.

Li Lîmasolê jin û ciwanên Kurd pankarta bi nivîsa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ û afîş li pankart û gelek nuqteyan daliqandin.

Li bajarê Bîel ê Swîsreyê jî Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan pankart hate daliqandin.

Meclîsa Jinan a Ronahî jî li Hannover a Elmanyayê bi heman armancê li pireke ser atolyeyekê pankart daliqand.

Li Hîldesheîm a Elmanyayê jî li ser peya rêyekê ya trenê pankart hate hildan.