Çalakiya nobedê ya li Stûttgartê didome

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Stûttgar ê Elmanyayê destpê kiribû, di roja 3’an de dom dike.

Çalakiyên nobedê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê destpê kiribû didomin. Di vê çarçoveyê de nobeda li Stûttgart a Elmanyayê hatibû destpêkirin, di roja 3’an de ye.

Nobeda 22’yê Sibatê destpêkiribû ji aliyê meclîsên gelê Kurd ên demokratîk ên li Stûttgart û derdorî wê ve tên birêvebirin. Her rojên meclîsek nobedê dewir digire.

Roja Sêşemê Kurdên ji Heîlbûrno û roja Çarşemê jî Proshaîmê birêve birin.

Çalakiya ku têde pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin, berxwedana Garê jî silav kirin.

Nobed wê roja Şemiyê bi mîtîngekê bi dawî bibe.