Çalakiya nobedê ya li Parîsê di roja 4’an de ye

Li paytexta Fransa Parîsê çalakiya nobedê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di 22 Sibatê de hatî destpêkirin di roja 4’an de ye.

Li paytexta Fransa Parîsê çalakiya nobedê ya li ber Parlementoya Fransa tê meşandin di roja 4’an de ye. Îro çalakiyê Meclîsa Evry dewr girt.

Li kona hatî vedan pankarta “Azadî ji bo Abdulah Ocalan” hate bilindkirin. Li kona di saet 11.00 de hatî vedan tevahiya rojê belavokên raman Rêberê Gelê Kurd bi zimanê Fransî hate belavkirin. Di tevahiya çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin.

Çalakiya nobedê wê sibe Meslîsên Mantes-la-Jolie û Creil dewr bigre.