Çalakiya nobedê ya li Parîsê di roja 2’an de ye

Çalakiya nobedê ya 5 rojî ku li Parîsa paytexta Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 2’an de didome.

Çalakiya nobedê li ber Parlementoya Fransa bi rê ve diçe. Nobeda ku roja Duşemê destpê kirî, roja Sêşemê Meclîsa Vîllîers-le-Bel dewr girt.

Di konê li qadê hatî danîn de pankarta bi nivîsa “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî” daliqadin. Di çalakiya nobedê de, di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bişînin ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re îmze hatin komkirin.

Di tevahiya çalakiyê de, di derbarê komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî hatin dayîn, pirtûkên Konfederalîzma Demokratîk û Netewa Demokratîk jî hatîn parvekirin.

Çalakiya nobedê wê roja Înê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Roja Çarşemê wê Meclîsa Drancy nobedê dewr bigre.