Çalakiya Meşa Dirêj a li Fransayê di roja 13’an de ye
Çalakiya Meşa Dirêj a bi armanca azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo 26 rojan hate destpêkirin, di roja 13’an de li Drancyê bi coş dewam kir.
Çalakiya Meşa Dirêj a bi armanca azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo 26 rojan hate destpêkirin, di roja 13’an de li Drancyê bi coş dewam kir.
Meşa ku 21’ê Çileyê li bajarê Lorîent ê Fransayê destpê kir, bi coş û piştgiriyeke mezin dewam dike.
Çalakvanên ku di roja 13’an de li pêşiya Gara Drancy li hev civiyan, ji aliyê Kurdistaniyên li bajêr ve hatin pêşwazîkirin.
Meş bi coşeke mezin destpê kir û gelek caran dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî”, "Bijî Serok APO", "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî Berxwedana Gerîla" hatin berzkirin.
Çalakvanan silav ji berxwedana Rojava û çalakiyên HPG’ê yên li Gabarê re şandin û peyamên xwe yên piştgiriyê li kolanên Drancyê veqîrandin.
Meş li pêşiya Şaredariya Drancyê bi daxuyaniyê dewam kir. Di daxuyaniya li ser navê çalakvanan de wiha hate gotin:
“Em îro di roja 13’an a çalakiya xwe de ne. Em ji bo tevlîbûn û piştgiriya gelê xwe spasiya wan dikin. Em çalakiyê ji bo azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me û Kurdistanê li dar dixin. Em di qonaxa 2’emîn a Pêngava ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî de ne. Armanca me ya yekane ew e ku pêngav encam bigre, şert û mercên azadiyê yên Rêbertiya me pêk were û pirsgirêka Kurd çareser bibe.”
Çalakvanan diyarkirin ku berxwedana ku ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, heta Rojava û çar aliyên cîhanê dirêj dibe, têkoşîneke yekgirtî ye.
Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûnê ya ji bo meş û mitînga ku wê 15’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin hat kirin û wiha hate gotin: “Divê hemû gelê me bi mezinkirina vê çalakiyê li Strasbourgê bin.”