Çalakiya li dijî qeyûman a li Kolnê di roja 5’an de ye

Xwepêşandanên protestoyî ya li dijî desteserkirina qeyûman a şaredariyên HDP’ê ya li bajarê Koln a Elmanyayê di roja 5’an de ye.

Kurdistaniyên li bajarên Koln, Bonn, Dosseldorf û derdorî wê dijîn, dîsa endamên Mala Kurda, Meclîsa Jinan a Viyan, AGÎF, Aliterî, Aveg-Kon, TEV-ÇAND û HDK tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî saet 15:00’an bi vedana kon destpê kir û saet 18:00’an jî vegeriya mîtîngê.

Mîtînga ku têde axaftinên Elmanî hate kirin, endamên TEV-ÇAND’ê jî stranên berxwedanê gotin. Strana ‘Dîren Diyarbekir, dîren’ bi girseyê bi hev re hate gotin.

Çalakiya ku ji roja Yekşmê û vir ve her roj li Haûptbahnhofê tê kirin, piştî roja Çarşemê û şûnde bi çalakiya kon dewam kir.

Roja Şemiyê wê desteserkirina şaredariyan bi meşek navendî saet 14:00’an ji Dusseldorf HBF’ê destpê bike.