Çalakiya ‘Dem dema azadiyê ye’ li Den Haagê kirin

Li Den Haagê di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ çalakiyek hate kirin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan li bajarê Den Haag a Hollandayê di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ çalakiyek kirin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li pêşiya Meclîsa Hollanda hate kirin.

Her wiha di çalakiyê de îmze hatin komkirin ji bo ku ji Neteweyên Yekbûyî re bê şandin.

Li aliyê din di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ jî îmze hatin komkirin.

Çalakî bi banga tevlîbûna ji bo çalakiya ku wê sibe li Arnhemê bê lidarxistin û şûnde bi dawî bû.