BI DÎMEN

Çalakiya Cenevreyê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê geş bikin

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve li ber Ofîsa NY’ê ya li Cenevreyê hatibû destpêkirin, berdewam dike.

JI RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê hatibû destpêkirin, berdewam dike.

Vê hefteyê endamên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) çalakî dewr girtin. Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk, siyasetmedar Mûsa Farisogûllari, Besime Konca, Fatma Şik û Kurdistaniyên ji bajarên Swîsreyê ve hat tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin hildan. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di çalakiyê de welatparêzê Kurd Mehmet Yildirim ê di 24’ê Gulanê de li Licê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, hat bibîranîn.

Li ser navê Komîteya Çalakiyê Ramazan Amed axaftina vekirinê kir. Amed bi bîr xist ku 3 sal zêdetir e çalakiyê li dar dixin û got: “Divê saziyên navneteweyî li berpirsyariya xwe rabin.” Amed, êrîşa faşîstan a li hemberî Nobeta Rêbertiyê ya li pêşiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê şermezar kir.

Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-GE) Îbrahîm Yuksel daxuyanî xwend.

Yuksel bi bîr xist ku 38 meh in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 26 sal berê di encama komploya hêzên navneteweyî de radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin, tu agahî nayê girtin û got: “Êdî sebra gelê Kurd û dostên wan nemaye li hemberî tecrîdê nameye. Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê têkoşînê geş bikin.”

Hevseroka CDK-S’yê Selma Surer jî anî ziman ku ji bo em dengê xwe hin xurtir bilind bikin, em li virin û got: “Em êdî ji vê bêhiqûqiyê re dibêjin bes e. Em ê timî heman pirsan bipirsin. Hûnê heta kengê bêdeng bimînin? Xema we çiye? Hûn ji gelê Kurd çi dixwazin? Werin em rûnin û biaxivin. Heta roja îro tu zirera gelê Kurd negihiştiye tu kesê û wê negihêje jî. Lê dema ku paradîgmaya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye, em careke din dubare dikin ku em ê bi fikir û ramanên Rêbertiya xwe rêya xwe bidomînin. Em soza xwe dubar dikin ku heta ku Rêber Apo azad nebe wê çalakiyên me bi dawî nebin.”

Li ser navê Tora Serhildan Daniel Traub axivî. Traub destnîşan kir ku paradîgmaya azadiyê ya Abdullah Ocalan îro ji aliyê gelên cîhanê ve tê qebûlkirin û diyar kir ku divê bloka enternasyonal bi gelê Kurd re ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin.

Di dawiyê de Berdevkê Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan a Swîsreyê Necdet Atalay axivî. Atalay berpirsyariyên saziyên mafên mirovan û saziyên navneteweyî bi taybetî NY û CPT li hemberî tecrîdê bi bîr xist.

Piştre li ser navê CDK-S û YJK-S’yê şandeyekê çelenga reş danî li ber avahiya NY’ê.