6 Parlementerên Swîsreyî pêşniyaza ‘pêkanîna li Tirkiye’ bikin, kirin
6 Parlementerên Swîsreyî bal kişandin ser faşîzma AKP-MHP’ê û daxwaz kirin ku pêkanînan li ser Tirkiye bidin kirin û alîkariyên madî qût bikin.
6 Parlementerên Swîsreyî bal kişandin ser faşîzma AKP-MHP’ê û daxwaz kirin ku pêkanînan li ser Tirkiye bidin kirin û alîkariyên madî qût bikin.
Berdevkê Polîtîkayên Derve ya Partiya Çep Hakan Svennelîng û Alîkara Serokê Duyemîn a Parlementoyê Lotta Johnsson Fornarve jî di nav de 6 parlementer bi pêşniyaza hevpar a dan parlementoyê daxwaz kir ku Tirkiye û welatên wekî wê ku sûd ji şewbê girtin û mafê mirovan binpê kirin, pêkanîn li ser bên kirin.
Parlementeran anî ziman ku herî zêde hejarî bandor li jinan û komên di bin zextê de hatine kirin, li şûna ku Ewropa pirsgirêkê çareser bike, polîtîkayeke ku rewşê xirabtir dike şopandiye, bal kişandin li welatên muhafezekar û miletger zêdetir berê xwe dane polîtîkayên êrîşkar û zextê.
Partiyên Çep ragihand ku newekheviya di nava dewlemend û hejaran de hem li welat û hem jî li derveyî welat kûr bûye.
Di pêşnûmeyê de ku ji bo parlemetoyê hate dayîn li gorî madeya 8-9’ê daxwaz hatiye kirin ku peymana îlticayê ya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de hatiye îmzekirin, bê betalkirin, hemû girtiyên siyasî bên berdan, hevdîtinên endamtiya Tirkiye ya ji bo YE’yê bê sekinandin, di vê çarçoveyê de hemû alîkariyên madî tavilê bên rawestandin.
Di pêşniyazê de hatiye gotin ku piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiye û şûnde girtinên komî, binpêkirinên mafê mirovan zêdetir bûye, di sala 2017’an de hemû hêz ketiye destê Erdogan. Di pêşniyazê de îşaret bi wê yekê hate dayîn ku gotûbêjên ji bo cezayê mirinê yên bêrê hatibûn rakirin, dîsa destpê kirine.
Di pêşniyazê de hatiye diyarkirin ku zexta li ser rojnamevan û jinan zêdetir bûye û got: “Bi hezaran kes ji ber parvekirinên li ser tevnên dijîtal bi metirsiya girtin û darezandinê re rû bi rû ne. Di ala 2020’ê de nêzî 100 rojnamevan ji ber karê xwe bi sûcên terorê hatin girtin û cezakirin, gitin. Di navbera meha Gulan û Tîrmehê de 45 aktivîstên jin hatin girtin.
Heta ragihandin ku li Tirkiyeyê hema bêje bi temamî medya ketiye destê rejîma Erdogan û ev hate gotin: “Muxalefeta siyasî jî di bin zextan de ne. Sala 2020’ê 19 hevşaredar hatin girtin û piraniya van ji erkê hatine girtin. Tenê 25’ê Îlona 2020’ê nêzî 82 endamên HDP’î bi sûcên jiberxwe hatine girtin. Leyla Guven jî di nav de parlementerên HDP’î yên li parlementoyê ji erkê hatine girtin.”
Di pêşniyazê de daxwaz ji Swîsre û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku êdî helwestekî zelal nîşanî Tirkiye bide.
Partiya Çep, ji bo erêkirina pêşniyazê li parlementoyê û tişta pêwîst bê kirin, daxwaz ji parlemetoyê kir hikûmetê vexwîne erka wê.
Li binê pêşniyazê Parlemeterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkayên Derve Hakan Svennelîng, Seroka Duyemîn a Parlemtoyê Lotta Johnsson Fornarv, Parlementer Hanna Gûnnarsson, Jhens Holm, Yasemîn Posîo û Elîn Segerlînd îmza xwe danîne.