33 parlementerên Swîsreyê: Bila zext li Tirkiyeyê were kirin

33 parlementerên Parlementoya Federal a Swîsreyê xwestin bila zext li Tirkiyeyê were kirin.

33 parlementerên Parlementoya Federal a Swîsreyê ji ber binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê, doza girtina HDP’ê, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike nameyek ji alîkar û serokê parlementoya federal re şandin.

Parlementerên Swêdê di nameyê de diyarkirin ku ew ji ber binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê vê nameyê dinivîsin û gotin: “Em dixwazin li hemberî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê hûn zextan bikin. Mûxalifên li welat roj bi roj bêtir tên marjînalîzekirin. Dixwaze kesên hatine hilbijartin bêdeng bimînin û medyaya rexneyî jî bêdeng dike. Di heman demê de gelek çalakger û rojnameger jî hatine girtin.

Di salên dawîn de êrîşî Kurdan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ev êrîş û dagirkerî li dijî hemû peymanên navneteweyî ye.

Li gorî me Swîsre dikare roleke girîng pêk bîne. Em ji we dixwazin ku bang li serokkomarê Tirk û rêveberiya wê bikin ku bila zextên xwe yên li welat û derveyî welat bide sekinandin. Divê Serokkomarê Tirk Erdogan dev ji doza girtina HDP’ê berde. Divê Tirkiye biryara xwe ya vekişandina ji Peymana Stenbolê jî betal bike. “

PARLEMENTERÊN KU EV NAME ÎMZE KIRINE

Elisabeth Baume-Schneider

Marina Carobbio Guscetti

Christophe Clivaz

Brigitte Crottaz

Denis De la Reussille

Laurence Fehlmann Rielle

Pierre Alain Fridez

Claudia Friedl

Tamara Funiciello

Balthasar Glattli

Eva Herzog

Irene Kalin

Ada Marra

Min Li Marti

Lisa Mazzone

Mattea Meyer

Sophie Michaud Gigon

Fabian Molina

Martina Munz

Isabelle Pasquier-Eichenberger

Valerie Piller Carrard

Katharina Prelicz-Huber

Stefanie Prezioso

Leonore Porchet

Valentine Python

Franziska Roth

Franziska Ryser

Ursula Schneider Schuttel

Priska Seiler Graf

Carlo Sommaruga

Nicolas Walder

Manuela Weichelt-Picard

Cedric Wermuth