25. Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Skandînavyayê hat lidarxistin

Kurdên li Skandînavyayê û dostên wan 25’emîn Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Skandînavyayê bi coşek mezin pîroz kirin. Di festîvalê de bal kişandin ser berxwedana gerîlayan û diyar kirin ku ew ê her tim piştgiriya Kurdan bikin.

25’emîn Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Skandînavyayê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Danîmarka, Norweç û ji bajarên cuda yên Swêdê, li salona Solnahallen ya li paytexta Swêd Stockholmê bi coşeke mezin hate pîroz kirin. Her wiha gelek hunermend tevlî festîvalê bû.

Festîval duh di saet 18:00'an de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpêkir.

Hevserokên NCDK-Skandînavya Nadya Salih destpêkê axivî û got, "Em xêrhatina we dikin. Çand û nasnameya me ji bo gelê Kurd pir girîng e. Dijminên me bi qedexekirin û têk birina çand û huner dest bi dagirkerî kir. Em festîvala xwe diyarî serok APO, gerîlayên berxwedêr û gelê şoreşger dikin.”

Piştre Hevserokê NCDK- Skandînavya Hemîd Amed ji axivî û diyar kir ku li her devera Kurdistanê zilm û zordariyeke mezin li ser gel û çanda wan heye û wiha dewam kir: “Ev şerê ku li çiyayên me dimeşin, şerê ji bo avakirina çanda berxwedanê ye. Ev çend meh in gerîlla li himber dijminê hov û zordest berxwe dide û têdikoşe. Em ji vir heya serê her çiyayekî ku gerîlla berxwedide, silav dikin. Piştî vê îddiyê ji bo me gav paşvegerandina ji vê dozê tune. Heya azadiyê destxbixin, em ê her roj li qadan bin. Dost û dijmin bila baş bizanibe, em ê her tim li ser şopa şehîdan bimeşin.”

Her wiha Parlementerên Partiya Çep a Swêdê Daniyel Riyazat û Lorena Delgado axivîn û spasiya xwe ya li ser navê partiyê ji bo degnê Kurdan kirin û anîn ziman ku ew ê her tim piştgîriya xwe ya ji bo Kurdan bidomînin û helwesta wan a li dijî kujer faşîst Erdogan û dijberiya wan a ji bo rejîma Îranê bidome.”

Festîval bi derketina hunermendan ser dikê dewam kir.

Piştre li ser navê jinên KNK’ê Emîne Rad axaftin kir û got: “Em ji vir bi taybet ji gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê re dibêjin, em piştgîriya we dikin û dilê me li gel we ye. Rejîma xwînxwar a Îran jinan qetil dike, em bang li tevahî  gelê xwe û rêxistinên jinên Kurd dikin ku pêwîste bi helwesteke xurt ji vê êrîşa Îranê re were dayîn û pêwîste li her dera cîhan li jinên rojhilat xwedî derbikeve. Pêwîste ew têgeh û kiryarên qirêj a baviksalarî û zilamê serdest têk biçe.”

Di festîvalê de hunermend Azad Farqîn, Armanc, Dilşad Hewlêrî, hunermendên tevçand a Swêdê Zozan Zûdem, Xoşnav Efrînî, Tara Resûl û hîn hunermendên herêmî derketin ser dîkê. Festîval bi şahî û govend heya bi derengiya şevê dewam kir.

Beşdarvanên festîvalê bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla", "Jin jiyan azadî" qîrîn.