1’ê Gulanê li Fransa, Elmanya, Norweç û Evûstûryayê hate pîrozkirin

1’ê Gulanê Cejna Karkeran li bajarê Montpellîer ê Fransayê, li bajarê Ulm ê Elmanyayê, li Osloyê ya ku payexta Norweçê ye û li bajarê Lînzê yê Evûstûryayê hate pîrozkirin.

MONTPELLÎER

Li Montpellîerê tevî sendîkayên Fransayê, NCDK û Komuna Jinan a Delal Amed pîrozbahiya 1’ê Gulanê hate lidarxistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de belavokên bi Fransî hatin belavkirin.

ULM

Li bajarê Ulmê yê Elmanyayê jî bi banga Yekîtiya Sendîkayên Elmanyayê bi kesan kesan 1’ê Gulanê pîroz kirin. ADHF, AGEB, AGÎF, ATÎF, KON-MED, MLPD, AKM, DÎD, Çalakgerên HDP’ê, Partizan, MLKP, Umweltgewerkschaft, SDAJ, DKP, Die Linke, SPD û Rebell jî di nav de gelek sazî û rêxistin tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de li nava bajêr meşeke dirêj hate kirin û li Qada Weînhofê mîtîngek hate lidarxistin.

OSLO

Li Osloyê jî bi tevlêbûna gelek Kurdan 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate protestokirin.

LÎNZ

Li bajarê Lînzê yê Evûstûryayê jî bi tevlêbûna Kurdan û dostên wan 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li nava bajêr meşeke dirêj hate kirin û girseyê bi her zimanê stranên li ser 1’ê Gulanê strandin.

Piştî meşê di axaftinan de li Tirkiye û Kurdistanê êrîşên li ser karkeran hate şermezarkirin û qala êrîşên dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd hate kirin.