1’ê Gulanê li Ewûstûrya, Elmanya, Îtalya û Fransayê hate pîrozkirin
Li Graz a Ewûtûrya, Freîbûrg a Elmanya, paytexta Îtalya Roma û paytexta Fransa Parîs û Evry Creîlê 1’ê Gulanê hatin pîrozkirin.
Li Graz a Ewûtûrya, Freîbûrg a Elmanya, paytexta Îtalya Roma û paytexta Fransa Parîs û Evry Creîlê 1’ê Gulanê hatin pîrozkirin.
GREZ
Li Qada HBF a Graz a Ewûstûryayê Kurdistanî û dostên wan ên Ewûtûryî 1’ê Gulanê pîroz kirin. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî 1’ê Gulanê’ hatin qîrkirin û axaftin hatin kirin.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî bi organîzeya rêxistinên çep ên Elman û sendîkayan û saziyên Kurd jî bi pankat û alên xwe 1’ê Gulanê pîroz kirin. Di çalakiyê de mentên li ser navê saziyan hatibûn amadekirin hatin xwendin. Di metna li ser navê saziyên Kurdan hate dayîn de bal kişand ser berxwedana gelên kedkar ên li dijî zilm û mêtingeriyê.
ROMA
Li paytexta Îtalya Romayê Kurdistaniyên li Kampa Mondomîglîore ya Koçberan a li navçeya Rocca dî Papayê 1’ê Gulanê pîroz kirin.
PARÎS/EVRY/CREÎL
Li paytexta Fransa Parîs dîsa Evry û Creîleyê jî 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de dirûşma ‘Bijî 1’ê Gulanê’ bi Kurdî, Tirkî û Fransî hatin qîrkirin.