1’ê Gulanê li Elmanya, Îngîltere Fransayê hatin pîrozkirin-NÛ BÛ

Li bajarên Hambûrg, Bonn û Dortmûnd ên Elmanyayê û paytexta Îngîltere Londonê 1’ê Gulanê bi çalakiyan hatin pîrozkirin.

Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşînê ya Karker û Kedkaran a Cîhanê li semtên cihê yên Hambûrgê 1’ê Gulanê bi çalakiyan hatin pîrozkirin. Li DGB Haûsê mîtîngek hate kirin.

Di çalakiyê de Serhet Çetînkaya belavoka Kurdî hatibû amadekirin xwend û piştre jî li ser navê Platforma Demokratîk a Hambûrgê Hatîce Dersim jî axiv.

Li Jûngferstîeg jî mîtîngek a bi tevlîbûna çepgirên Elman hate kirin û li ser navê Kurdistaniyan jî Yavûz Fersoglû axivî û diyar kir ku Erdogan dixwaze Kurdan qir û destkeftiyên wan tine bike.

Li semta Feld Strasse jî komên otonom xwestin meşek bikin lê polîsan ew asteng kirin.

BONN

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê jî roja 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de sendîkayên Elman, partiyên siyasî, rêxistinên çep û endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bonê jî amade bûn.Çalakî li Bonn Marktplatzê pêk hat.

TORDMÛND

Li bajarê Tortmûndê komek di nav de Kurd jî hebû bi wesîleya 1’ê Gulanê çalakiyek kirin. Di çalakiya alên Kesk-Sor-Zer û alên TJK-E’ê hilgirtin de, li gorî pîvana navbera civakî hate kirin.

GÎESEN

1'ê Gulanê li bajarê Gîessen li Kîrchen Platzê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de Navenda Civaka Kurd a Demokratîk cihê xwe girt. Axaftin hatin kirin û belavok hatin belavkirin.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbron jî partiyên siyasî, sendîkayên kedê û navenda civaka Kurd 1'ê Gulanê pîroz kir. Di axaftinên hatin kirin de êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Kurdan şermezar kirin.

LONDON

Li Paytexta Îngilîstanê Londonê, li Qada Trafalgarê ya nêzî sed salin şahidiyê ji pîrozbahiyê 1'ê Gulanê re dike, vê carê tenê pankartek kete berçav.

Pakartên ji aliyê xwendekarên Partizan ve hatî vekirin bi nivîsa, “Marks, Hengel, Stalîn, Mao”, “Bijî 1’ê Gulan”, “Bijî Proleterya Entenasyonalizmê” û roja 1’ê Gulanê ya hevgirtin, têkoşîn û serkeftinê silav kirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê li bonliyaya Vîllers-le Bel Yekîtiya Hêz a Demokratîk 1'ê Gulanê pîroz kir. Di çalakiyê de dowîzên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Fransî hatin hildan û bi sê zimanan 'Bijî 1'ê Gulanê' hate nivîsîn.Berdevkê Meclîsa Kurd a Demokratîk a Vîllers-le-Belê Mûrat Varol û nivîskar Ziya Ûlûsoy, Hevberdevkê Dergeha Elewî ya Demokratîk a Parîsê Huseyîn Kuçukkeleş axivîn.