Suryanî daxwaza mal û milkên xwe yên desteserkirî dikin

Suryanî dixwazin milk û gorên dêr û keşîşxaneyên wan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine desteserkirin li wan bên vegerandin.

Asûrî-Suryanî desteserkirina mal û milkên wan weke dewama qirkirina Seyfo ya sala 1915'an dibînin. Lewma bang li dewleta Tirk dikin ku dawî li polîtîkaya xwe ya înkar û qirkirinê bîne, malên wan li wan vegerîne û qirkirinê nas bike.

Suryaniyên li dîasporayê ne, serî li partiyên siyasî û hikumetên welatên lê ne didin ku li dijî bêhiqûqiya li Tirkiyeyê derkevin û ji bo mal û milkên wan li wan bên vegerandin zextê li hikumeta Tirk bikin.

Parlamenterê Partiya Xiristiyan a Swêdê Robert Halef, çend roj berê milkên Keşîşxaneya Mor Gariel ên hatin desteserkirin careke din xist rojeva parlamentê.

Halef di pêşnûmeya xwe de ku pêşkêşî parlamentê kir, ragihand ku Mor Gabriel a 397 salan hate avakirin yek ji keşîşxaneya herî kevn a dinyayê ye, malên wê sala 2008'an ji aliyê dewleta Tirk ve hatin desteserkirin û di encama têkoşîna Suryaniyan û nerazîbûna derve de hikumeta AKP'ê neçar ma beşek ji milkên keşîşxaneyê vegerîne.

HALEF: DEWLETA TIRK 18 MILKÊN MOR GABRIEL LÊ VENEGERAND

Halef bi bîr xist, ji 30 milkên keşîşxaneyê yên hatin desteserkirin 12 hatin vegerandin, lê dewleta Tirk hîn jî 18 ji wan venegerandiye û got, "Ev yek ji bo paşeroja Suryaniyên li herêmê cihê fikaran e. Suryaniyên li her devera dinyayê der barê paşeroj û hebûna keşîşxaneyê de bi fikar in. Keşîşxane ji bo gelê Suryanî semboleke olî û dîrokî ye."

Parlamenterê HDP'ê Tûma Çelîk û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Asûrî-Suryaniyan ên li Swêdê li ser mijarê axivîn û diyar kir ku ji bo vegerandina milkên wan ew bi biryar in.

ÇELÎK: AKP'Ê DEST DANÎ SER MILKÊN SURYANIYAN

Tûma Çelîk diyar kir, desthilatdariya AKP'ê salên 2008 û 2014'an dest danî ser milkên Mor Gabriel û Suryaniyan û got, ji bo vegerandina mal û milkên desteserkirî ji sala 2008'an ve ji aliyê hiqûqî ve ew têdikoşin.

Çelîk anî ziman, di encama zext û nerazîbûnan de ji milkên Mor Gabriel ên hatin desteserkirin 12 ji wan hatin vegerandin û got, hikumeta AKP'ê sala 2014'an dest danî ser 110 milkên Suryaniyan ku dêr, keşîşxane û gor jî di nava wan de hene.

Çelîk diyar kir, bi qanûneke ku beriya hilbijartinên giştî yên sala 2018'an hate derxistin, 54 ji milkên hatin desteserkirin hatin vegerandin, lê 56 nehatin vegerandin. Çelîk got, "Ji bo em karibin keşîşxane, dêr û gorên xwe werbigirin, hewldanên me didomin."

Serokê Yekîtiya Dêrên Suryanî yên li Skandînavyayê Aydin Zette Chelma diyar kir, APK'ê piştî ku qeyûm li şaredariyên bi rêveberiya Kurdan tayîn kir, dest danî ser mal û milkên dêr û keşîşxaneyan.

Chelma nerazîbûn nîşanî venegerandina mal û milkên Suryaniyan da û got, "Ji wan heye ku eger malên Suryaniyan bên dayin wê Ermenî jî heman daxwazê bikin."

Chelma got, "Sedema bingehîn a desteserkirina malên me ew e ku dixwazin nehêlin kes li ser qirkirina Seyfo ya li dijî Suryaniyan hatiye kirin biaxive. Dewlet dixwaze bêje; eger hûn qirkirinê bixin rojevê em ê jî dest deynin ser malên we."

Chelma destnîşan kir, armanc ji desteserkirina mal û milkên wan bêdengkirina Suryaniyan e û got, wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.

YEKÎTIYA SURYANIYÊN EWROPAYÊ: QIRKIRIN DIDOME

Nûnerê Swêdê yê Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Yakop Nuhomo jî diyar kir, bi desteserkirina xaka Suryaniyan re dewlet dixwaze bêje, "Qirkirin û komkujiya berê hatiye kirin ji bîr bikin, dengê xwe dernexînin."

Nuhomo destnîşan kir, dewleta ku berê bi qirkirinê Suryanî bêdeng kir, niha jî bi desteserkirina malên wan dixwaze Suryaniyan ji herêmê ji holê rake. Nuhomo diyar kir, ev yek domandina feraseta qirkirinê ye û got, "Dewleta ku berê Ermen û Suryanî qir kir, niha jî heman tiştî li Kurdan dike. Qirkirin niha bi rêbazên cuda, bi polîtîkayên şerê taybet didome. Lê belê Suryanî êdî ne yên berê ne. Haya wan ji mafên wan heye. Mijarê dixin rojeva dinyayê. Li mafên xwe digerin."

Serokê Komeleya Piştevaniyê ya Mezopotamyayê Suleyman Boyaci diyar kir, hikumeta AKP'ê beşek ji xaka wan daye, lê piranî nedaye û nerazîbûn nîşan da.

Seroka Federasyona Jinên Asûrî Nûrsel Awrohûm jî got, "Dixwazin me ji xaka me qut bikin. Lê belê heta ku milkên xwe werbigirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."