Li Stockholmê piştevaniya gelê Îranê hate kirin

Di saetên şevê de ji bo piştevaniya bi gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî gendelî, bêedalet û bêkariyê ya li Îranê re li paytexta Swêd Steockholmê çalakiyek hate kirin.

Li ser banga di serî de ya PKAK, Shora, rêxistin û partiyên Îranê li Qada Sergelstorê bi sedan kes hatin ba hev û rejîma Îranê protesto kirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate kirin rejîma Îranê ya li dijî gelê daketîkolanan û daxwaza mafê xwe yê demokratîk dike tundiyê bikar tîne hate şermezarkirin.

Nasî Revolt diyar kir ku tevî rejîma Îranê bi dehan kes girtine zindanê û bi hezaran jî destgîrkiriye hê jî gel têdikoşe û gel diherikin kolan û qadan.

Revolt anî ziman ku di rewşek wisa de ku rejîma Îranê zextê li gel dike hevdîtinên hikûmeta Swêdê ya li gel rejîma Îranê rexne kir, diyar kir ku divê hikûmeta Swêdê dev ji durûtiya xwe berde û bang kir ku li gel gele Îranê cih bigire.

Serokê berê yê Kuluba PEN Îran û Yekîtiya Nivîskarên Îranê Bahram Rahmanî daxuyakirin ku 4 roj in gelê Îranê li dijî rejîma Îslamî bi biryar li ber xwe dide.

Bahramî destnîşan kir k udi nava daxwazên gel dawî anîa darvekirin û êkencê ye û diyar kir kul i girtîgehan 250 hezar girtî û mehkûm hene, nayê zanîn bê ka çend ji van girtiyên siyasî ne.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.