Koalîsyona Navneteweyî: Têkiliya me bi QSD û Tirkiyeyê heye

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ya ku DYA pêşengiya wê dike, îdîa kir ku piştî dewleta Tirkiyeyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ew hewl didin krîzê siviktir bikin.

Berdevkê Koalîsyonê Sean Ryan li ser twîtterê daxuyanî da û got: “Ji bo sivikkirina krîzê têkiliya me bi Tirkiye û QSD’ê re heye.”

Roja Çarşemê Wezareta Karê Derve ya DYE’yê jî diyar kiribû ku ji bo sivikkirina krîzê wan têkilî bi YPG û dewleta Tirkiyeyê re danîne.

DYA’yê diyar kiribû ku piştî êrîşên dewleta Tirk ew ‘bi fikar in.’

Êrîşên dewleta Tirk piştî civîna di navbera Rûsya, Tirkiye, Fransa û Elmanyayê de pêk hata ku di 27’ê Cotmehê de li Stenbolê hatibû lidarxistin.

QSD’ê jî diyar kiribû ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê û Girê Spî tê wateya piştgiriya DAÎŞ’ê û ji ber vê jî wan operasyona li Dêra Zorê dane sekinandin.