Gerîlayan li Xakurkê û Geverê li dagirkeran da: 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Xakurkê, Gever û Kaxizmanê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî lidarxist. HPG'ê got di çalakiyan de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û êrîşên balafirên şer ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Berfirehiya daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidarxist. Agahiyên têkildarî çalakyan wiha ne;

LI GIRÊ ŞEKÎF 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 17’ê Tebaxê saet 19:40’î hêzên me li dijî yekîneya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şekîf yê herêma Xakurkê bicih bûnûn ji du baskan ve çalakî lidarxist. Bi bandor li çeper û baregehên dijmin hate xistin, di çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker saetên şevê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir.

LI GIRÊ XWEDÊ LI DAGIRKERAN HATE XISTIN

Roja 18’ê Tebaxê saet 14:00’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Xwedê yê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.

LI DIJÎ QEREQOLA ŞÛVÊ ÇALAKÎ HATE KIRIN

Heman rojê saet 18:40’î hêzên me girê ewlehiyê yê qereqola Şûvê ya bajarokê Esendere ya navçeya Gever a Colemêrgê kirin hedef. Bi serketî li çeperên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.

LI HERÊMA KIRÊ KOR Ê GEVERÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Roja 11’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Kirê Kor yê navçeya Gever a Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê ya dagiker bi desteka balafirên keşfê û helîkopteran herêmê bombebaran kir û di navbera hêzên me û artêşa TC’ê de şer derket. Şerê li herêmê nêzî saetekê dom kir hevreyê me Denîz heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û ji bo ku dîl nekeve destê dijin bombeyên li xwe pêçandî teqand û şehîd bû. Hevrê Hejar (Îsmaîl Taş) jî birîndar bû û dîl kete destê dijmin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Denîz Agirbaz
Adı Soyadı: Mûhammed Emîn Demîr
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Nûran – Mûrat
Dem û Cihê Şehadetê:11’ê Tebaxa 2019’an Gever

Deniz – Mûhammed Emîn Demîr

Rêhevalê me Denîz di sala 1996’an de li navçeya Bismilê ya Amedê di derdoreke welatparê de ji dayik bûye. Rêheval Denîz her roj bûye şahidê zilma dewleta Tirk, siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdan qebûl nekiriye û di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye bersiveke xurt daye dijmin. Rêheval Denîz bi fedakarî û kedkariya xwe dihat naskirin û hemû peywirên xwe bi serkeftî bi cih aniye.

GERÎLAYAN LI QADA MADÛRYAÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ LIDARXIST

Di 14’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Çemçê ya Kagizmana Qersê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Hêzên me di 6’ê Tebaxê de li dijî yekîneyên operasyonê yên li qada Madûrayê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 14’ê Tebaxê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Madûrayê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de rêhevalekî me şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wê piştre were eşkerekirin.

Di 19’ê Tebaxê (Îro) saet di 09.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Bolê ya Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye û xisareke maddî gihiştiye bax û baxçeyên gel."