Delîla dengê azadiyê bû

Endama Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê hunermend Delîla bi bîr anî û got, "Delîla dengê azadiyê bû. Divê hemû hunermend bi rihê Delîla li dijî faşîzmê têbikoşin."

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê di salvegera 12'an a şehîdbûnê de hunermend û gerîla Delîla (Şenay Goçber) bi bîr anî.

Li ser navê Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Têkoşîn Cûdî got Delîla hem huner û hem gerîlatî bi hev re kiriye.

Cûdî got, "Çawa ku em dibêjin Şehîd Mizgîn û Şehîd Sefkan di nav têkoşîna me de pêşengiya xebatên çand û hunerê kiribin, hevalên me Hozan Serhat, Berçem û Delîla jî bûne şopdarên herî girîng ên vê rêyê. Ne tenê di xebatên çand û hunerê de, di partîbûnê de, di pêşengtiyê de, di gerîlabûnê de van hevalan mîrateyeke mezin ji me re hiştine. Ji bo me peywira herî mezin e ku em vê mîrateya ku van hevalan ji me re hiştiye em nûjen bikin."

DELÎLA DENGÊ JINÊ BÛ

Cûdî dema ku nû li Delîla guhdar dike, li ser hîsên xwe dibêje, "Pêşî min li xebata wê ya ji bo heval Zîlan guhdar kiribû, klîba wê hatibû weşandin. Wê demê min ji xwe re gotibû, encex jinek a ku hem gerîla ye û hem jî hunermend e dikare bibe xwedî dengekî wiha xweş.  Tenê dengekî wiha karîger dikare hunereke wiha baş bike. Huner encex wiha dikare baş were kirin."

Cûdî got piştî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şehîd Delîla bi xebatên xwe hewl daye ku li dijî komployê bibe bersiv û hemû xebatên wê bi vê rêyê bûne. Cûdî her wiha got xebatên xwe bi taybetî li ser têkoşîna azadiya jinê bûçêkikrine, xweşikiya jinê, berxwedaniya jinê û pêşengiya wê ya di berxwedanê de di stranên xwe de pir baş aniye ser zimên. Cudî got, ''Ji ber vê em jinên ku  di nav xebatên çand û hunerê de cih digirin, Şehîd Delîla ji  bo xwe mînak dibînin.''

HUNERMEND DIVÊ BI RIHÊ DELÎLA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DERKEVIN

Cûdî got, ''Di vê pêvajoya dîrokî de divê hemû hevalên hunermend ên xwedî wijdan divê kesayatiya huner û têkoşînê ya Delîla ji xwe re mînak bibînin û li qadên ku lê dijîn divê li dijî faşîzmê têbikoşin.'' Cûdî got, ''Jixwe weke Rêber Apo jî gotî, hunermendê gel, şervanê gel e. Mînaka vê ya herî rast Şehîd Delîla ye. Hem hunermenda gelê xwe û hem jî şervana gelê xwe. Heke em dixwazin hunera gel bikin divê em Şehîd Delîla ji bo xwe mînak bibînin. Divê li ser vê zemînê em tevbigerin û bixebitin. Albûm, klîb û strnên ku Şehîd Delîla hazir kirine îro bi milyonan kes lê dinere, guhdar dike.''

Cûdî got deng, rengê dengê wê û hunera  Delîla kêm peyda dibe, dibe ku ew nikaribin hunera ku wê afirandiye derxînin holê, ji ber ku Delîla bi hîsên gerîla hunera xwe çêdikir û dikire ya civakê. Cûdî got, ''Di pêvajoyeke wiha giran de li dijî polîtîkayên dagirkeriyê divêm em bi rihê Delîla pêşengiyê bikin. Heke em li nasnameya xwe ya hunerê û hunermendiyê derdikevin, kîjan qad dibe bila bibe, ev şano, muzîk, sînama yan jî resim be, heke em hi xwe re hunermend dibêjin, ji xwe re dibêjin em ê bibin hunermendên gel dive xwedî li vî rihî derkevin. Bi vî rengî divê li dijî tecrîda dijî mirov a li ser Rêbertî, li dijî polîtîkayên dagirkeriya dewleta Tirk, li dijî faşîzm û xextê li ber xwe bide. Kî ji xwe re dibêje hunermendê gel e divê temsîla wijdanê gelê xwe bike.

Ji ber vê divê mirov li mîrateya Delalî ku nûnera wijdanê gelê xwe ye û ji bo vê têkoşaye xwedî derbikeve, her wiha li rêya ku vekiriye, li rihê wê yê berxwedanê. Nexasim hunermendên jin û ciwan divê bi vî rihî hunera xwe bikin. Ji kîjan miletî dibin bila bibin divê hemû hunermend bi li dijî faşîzmê bi rihê Delîla tevbigere. Ji ber vê bang li hunermendên demokrat, dost, xwedî wijdan, welatparêz dikim, ev pêvajo pêvajoya hunermendbûnê ye. Pêvajoyeke wiha ye ku gel dikare hunera me bipejirîne. Bi mîsogerî em ê bi rihê Şehîd Mizgîn, Şehîd Sefkan û Delîla faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin.''