Îtalyayê lengergeh girt û herî kêm hezar koçber mirin

Li Îtalyayê piştî ku Wezîrê Karê Navxweyî Matteo Salvînî lengergehên hikumetê girt, heta niha herî kêm hezar û 151 koçber xeniqîne.

Li gorî daxuyaniya Bijîşkên Sînornenas (MSF) û Sos Medîteraneyê ji ber ku Îtalyayê salek berê lengergehên xwe ji keştiyên rizgarkirinê yên saziyên alîkariya mirovî girtiye, trajediyeke mezin pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniya saziyan ji dema ku lengergeh ji keştiyên alîkariya mirovî re hatine girtin, herî kêm hezar û 151 koçberên ku ji Lîbyayê hatine li Behra Spî xeniqîne û di heman serdemê de herî kêm 10 hezar koçber jî ji neçarî vegeriyane Lîbyayê.

Rayedareke MSF’ê Anne Marîe Loof diyar kir ku helwest û polîtîkaya Îtalya û hikûmetên Yekîtiya Ewropayê drama li Behra Spî zêdetir dike. Loof diyar kir ku rewş ber bi xerabbûnê ve diçe.