CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Tîma Dalkurd derbasî Lîga Super a Swêdê bû
Tîma futbolê Dalkurd, ku ji aliyê Kurdên ji Mêrdînê ve hatiye avakirin, di maça duh de bi encama 1-0 li hemberî tîma Gaîsê bi ser ket û derbasî Lîga Super (Allsvenskan) a Swêdê bû, ku lîga herî bilind a vî welatî ye. -
93 tabletên li ser dîroka Kurdan hatin dîtin
Zanîngeha Tubîngenê ku lêkolîna xwe ya arkeolojîk a li bajarekî antîk ê nêzî Duhokê qedand, 93 tabletên ji serdemên Asûr û Mîtaniyan dîtin. Li gorî arkeologan, bi lêkolînkirina van tabletên ji 3200 salî re wê dîroka herêmê dikare ji nû ve bê nivîsandin. -
Xalîçeyên Wan û Colemêrgê hê jî hêja û bi qîmet in
Xalîçeyên navbera ên Wan û Colemêrgê, ku berhema hezaran salî ya çanda hevpar a Kurd, Ermenî û gelên din e, ligel polîtîkayên neyînî yên dewletê jî, nirx û qîmeta xwe diparêzin. -
Komên olperest ên li Wanê, jinan dikin hedef
Platforma Piştgiriya Îslamî ya Wanê (VÎDAP), ku weke rêxistineke nêzî DAIŞ'ê tê naskirin, li nava zikakên Wanê broşuran belav dike û bi gotina "Li hemberî jinên ku bêhnxweşiyê bi xwe didin û derdikevin derve, baldar bin" jinan dike hedef. -
Li Wanê, zarok bi erzanî tên xebitandin
Li Tirkiyeyê, tevî ku muçeyê kêmtirîn 1400 lîre ye, li market û kargehên mezin ên li Wanê, xebatkar ji 300 heta 600 lîreyî tên xebitandin, ku piraniya wan jî zarok in. -
Ji ber polîtîkayên AKP'ê hejmara zarokên karker zêde dibe
Ji ber krîza aboriyê û polîtîkayên dewletê li bajarên Kurdistanê xizanî çiqas diçe zêde dibe û her roj hejmara zarokên karker zêde dibe. -
Kreş di nava lepên mezûnên îmam hatîp de tên hiştin
Hikumeta AKP'ê, kesên ji dibistanên îmam hatîp mezûn bûne, ku Serokatiya Karên Diyanetê jî der barê mijarê de got, "bi rengekî bê kontrol zêde bûye", li kreşên fermî û taybet bi cih dike. -
‘Zarokên Vank’ 12’ê Cotmehê wê li Stockholmê were nîşandan
Derhêner Nezahat Gundogan ku bi belgefîlma ‘Zarokên Vank’ê qirkirina Ermenên Dersimê vedibêje, diyar kir, ku wê fîlm ji bo wan kesên ku ketine ber bayê îdeolojiya fermî, bi taybetî jî ji bo Tirkan çêkiriye. -
Tiriyê Erdîşê yê endemîk ê 3 hezar salî li ber tinebûnê ye
Tiriyê Erdîşê yê endemîk ku li cîhanê navdar e, li ber tinebûnê ye. Tiriyê Erdîşê, ku li navenda navçeyê û li gundan çêdibe û wextekê çavkaniya debarê ya gel bû, hindik maye bi temamî tine bibe. -
Jinên Kurd li Swîsreyê mehfûrê xwe raxistin
Jinên Kurd ên ciwan bi nîşandana mehfûran çand û dîroka Kurdan bi Swîsriyan didin naskirin. -
Di bagera Nateyê de 27 kes mirin
Bagera Nateyê ya tropîkal li Amerîkaya Navîn bû sedema mirina 27 kesan û berê xwe da Meksîka û DYA’yê. Bager li vê derê bû bahoz. -
Nivîsên rojnameya Gundemê li Swêdê bûn pirtûk
Gotarên rojnamevan Asli Erdogan ên li rojnameya Ozgur Gundemê nivîsî, ku par hate girtin, bi zimanê Swêdî hatin tercûmekirin û bi navê "Bêdengî jî êdî ne ya me ye" bû pirtûk. -
Kevneşopiya sedan salî Mehser li ber tinebûnê ye
Li Mêrdînê, bi hatina dema Mehseran re tirî tê eciqandin û kelandin û dims, bastêq û benî jê tê çêkirin. Ji ber li febrîqeyan jî êdî ev kar tê kirin, kevneşopiya sedan salan li ber tinebûnê ye. -
Li dijî veguhaztina berhemê Heskîfên kampanyaya îmzeyan
Li dijî bin avkirina Heskîfê ku yek ji jîgeha girîng a dîrokî ya Kurdistanê û bi tinekirina berhemên dîrokî veguhaztina berhemên dîrokî li kampanyayeke navnetewî hate destpêkirin. -
Newekheviya hatineyan a li cîhanê gelekî zêde ye
Li 'welatên bi pêş dikevin' bi saya pêşketina aboriyê, danheviyên madî yên mirovan zêde dibe. Lê belê li welatên pêşketî newekheviya hatineyan gelekî zêde ye. -
Rêjeya arsenîk a li nava ava vexwarinê ya li Wanê gefê dixwe
Li Wanê, rêjeya arsenîk a li nava ava vexwarinê gelekî zêde ye. Ev ava bi vî rengî, gava ku demeke dirêj tê vexwarin, rê li ber kansera çerm, kezeb, mîzdank û gurçikê vedike. -
Rewşa Awarte bandoreke giran li aboriya Wanê dike
Krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiye pêl bi pêl belav dibe. Piştî krîza betaliyê, niha jî krîza aborî bandora xwe li ser fêkî, sebze, peynîr û goşt jî kir. -
Roja Sor kongreya xwe ya 9. pêk anî
Saziya Alîkariyê ya Kurd Roja Sor a li Awûstûryayê dixebite, 9. Kongreya Asayî pêk anî. -
Pêwendiyeke zêde li germavên Colemêrgê
Di navbera Elbak û Colemêrgê de Avareş heye. Gel bi derfetên xwe ev der çêkiriye û pêwendiyeke zêde ya gel ji bo vir heye. Her roj bi sedan kes ji bo ku ji wan re bibe derman diçine wir. -
Şehba ya bi rûmet
Ji bo Şehbayê, ku beşek jê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, stran hate nivîsandin û klîb jê re hate kişandin. Stran li ser êş û hêviya azadiyê ya gelê Şehbayê ye. -
Li Parka Mîllî ya Mûnzûrê dîsa şewat derket
Li Dersimê beriya niha herêmeke 400 donimî şewitîbû. Li cihên daristanê yên gundên Geyîksûyû, Sîn, Halborî û Karşilar di encama topên hewanan de ku ji qereqola leşkeran hatibû avêtin careke din şewat derket. -
Li herêma Cizîrê amadekariyên ji bo sala nû ya perwerdeyê
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Semîre Hac Elî sala nû ya Perwerdeyê nirxand û got: "Amadekariyên me îsal ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan hene. Sala nû bi çoşek mezin dest pê dike." -
Şahiya Mirovahiyê ya li Parîsê di roja xwe ya pêşî de ye
Di Şahiya Mirovahiyê ya Parîsê de tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê hatin destnîşankirin. -
Li Dalaho Mala Tembûrê hate vekirin
Li Dalaho bi tevlêbûna gelek muzîsyenên Rojhilat û Îranî Mala Tembûrê hate vekirin. -
Li Kirmanşanê şewata daristanê
Li eyaleta Kirmanşanê îro di seatên nîvro de şewata ku derketî, berfireh dibe û didome.