Li Wanê, zarok bi erzanî tên xebitandin

Li Tirkiyeyê, tevî ku muçeyê kêmtirîn 1400 lîre ye, li market û kargehên mezin ên li Wanê, xebatkar ji 300 heta 600 lîreyî tên xebitandin, ku piraniya wan jî zarok in.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê ku rêjeya bêkariyê zêdeyî 50 ji sedî ye, xwediyên sermayeya mezin, bi muçeyên ku didin xebatkaran, mekanîzmayeke talanê afirandine. 

Ji ber ku dewleta Tirk bazirganiya li ser sînor qedexe kir, çandinî û sewalkarî qedand û zozan li welatiyan qedexe kir, rêjeya bêkariyê zêde bû. Li gorî lêkolîna Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ku saziya fermî ya dewletê ye, li gelemperiya Tirkiyeyê bajarên herî xizan, bajarên Kurdan e. Di lêkolîna TUÎK'ê de hat destnîşankirin, ku Wan, Colemêrg, Şirnex, Mûş, Amed, Sêrt, Êih, Agirî û temamiya bajarên herêmê cihên herî xizan in.

Sedema vê xizaniya bajarên Bakurê Kurdistanê, ambargoya aborî ya hikumeta AKP'ê ye ku daniye ser herêmê. Hikumeta AKP'ê, hemû budçeya bi navê teşwîk û razemeniyê ji bo bajarên herêmê veqetandiye, pêşkêşî alîgirên xwe dike. Li Wanê, ku ti razemenî û hilberîn nîne, rewş bi vî rengî ye. Xwediyên sermayeya mezin ku zêdebûna rêjeya bêkariyê ji bo xwe weke firsendekê dibînin, karkeran bi muçeyên kêm razî dikin û bi vî rengî ji welatiyên xizan hê bêhtir dixwin.

LI WANÊ BI HEZARAN MIROV BÊ SÎGORTA Û BI MUÇEYEKÎ GELEKÎ KÊM TÊN XEBITANDIN

Li Tirkiyeyê, muçeyê kêmtirîn 1400 lîre, sînorê birçîbûnê yê malbateke ji 4 kesan 1.717 lîre û sînorê xizaniyê jî 4 hezar û 874 lîre hatiye diyarkirin. Li gel vê yekê, li Wanê bi hezaran kes ji 300 heta 600 lîreyî tên xebitandin.

Bi dehan market û kargehê mezin ên li Wanê, tevî ku qedexe ye jî, bi hezaran mirovên ku piraniya wan zarok in, bi rengekî bê sîgorta û kêmî muçeyê kêmtirîn didin xebitandin. Ked û dema van mirovan tên talankirin û ev yek li pêş çavên dewletê tê kirin. Li van kargehên kontrol lê nayê kirin, xwediyên kargehan ji ser pişta xizanan pereyekî zêde qezenç dikin.

DEWLET BI ZANEBÛN KONTROLÊ NAKE

Zarokên ji 12 heta 18 salî, ku li van kargehan tên xebitandin, ti ewlekariya wan nîne. Mirovên ji 18 salî mezintir jî, ku li van kargehan dixebitin, nikarin ji ti mafî sûdê werbigirin. Li gorî qanûnan, qedexe ye ku zarokên kêmî 18 salî werin xebitandin. Mirovên zêdeyî 18 salî jî, dema bê xebitandin, divê sîgorta wê/î bê dayin û herî kêm bi muçeyê kêmtirîn bê xebitandin. Li kargehên ku dewlet bi zanebûn kontrolê lê nake, karker ji saet 7'an heta 23'ê ê şevê tên xebitandin. Rojane ji 12 heta 13 saetan tên xebitandin û rojên bêhnvedanê jî nadin wan.

'KEDA ME TALAN DIKIN'

Zarokekî 15 salî, ku li marketeke mezin a Wanê dixebite û ji tirsa jidestçûna karê xwe naxwaze navê xwe eşkere bike, anî ziman ku ew hefteyê 7 rojan, rojê 13 saetan dixebitin. Zarok diyar kir, ku li gel vî karê zêde jî mehane tenê 450 lîre ji wan re tê dayin û bi vî rengî keda wan tê talankirin. Karkerê zarok diyar kir, ku ev 6 meh in ew li heman kargehê dixebite û wiha dewam kir: "Gava min dest bi kar kir, mehane 300 lîre didan. Piştre kirin 450 lîre. Piştre gotin, eger ez zêdetir bixebitim wê muçeyê min bikin 600 lîre. Ji xwe li van marketan muçeyê herî zêde 600 lîre ye. Li vê marketê, mîna min bi dehan zarok tên xebitandin. Hema bêjin hemû zarok mîna min heman muçeyî digirin. Ti garantiyeke me nîne. Tiştek bi serê me ve were, gelo kî wê berpirsyar be? Car carna wezîfedarên dewletê tên kontrolê, lê tenê diçin cem patron. Heta roja îro ti rayedarekî ji me tiştek nepirsî ye. Ji ber ku haya hemûyan ji rewşê heye. Ji nedîtî ve tên."