‘Zarokên Vank’ 12’ê Cotmehê wê li Stockholmê were nîşandan

Derhêner Nezahat Gundogan ku bi belgefîlma ‘Zarokên Vank’ê qirkirina Ermenên Dersimê vedibêje, diyar kir, ku wê fîlm ji bo wan kesên ku ketine ber bayê îdeolojiya fermî, bi taybetî jî ji bo Tirkan çêkiriye.

Derhêner Nezahat Gundogan qirkirina Ermenên Dersimê bi belgefîlma ‘Zarokên Vank’ê li ser perdeyê vedibêje.

Bi derhêner Nezahat Gundogan  Fîlmçêker Kazim Gundogan re li ser Qirkirina Dersimê û Zarokên Vank axivîn.

‘DEWLET NÎQAŞ NAKE, GEL BI ZÊMARAN VEDIBÊJE’

Kazim Gundogan got, ‘’Terteleya Dersimê babeteke qedexe ye ku 72 salan hîç gotebêj li ser nehatine kirin, li ser nayê axaftin. Dewlet gotebêj nake, gel jî ser dinixumîne, naxwaze gotebêj bike. Lê gel vê qirkirinê bi zêmaran vedibêje. Di dawetên Dersimê de jî zêmarên Terteleyê hene.’’

‘EM JI NEDÎTÎ VE HATIN’

Gundogan got belgefîlmên ‘Du Kulm Por-Keçên Winda yên Dersimê’ û ‘Hay Way Zaman’ nîqaşên li ser qirkirinê geş kirine û wiha dibêje: ‘’Em Xiristiyan û Ermenên Dersimê ji nedîtî ve hatin. Ji 2011’an ve derbarê Ermenên Dersimê me agahî dane hev. Ji 2013’an ve j îme xebatên belgefîlm û pirtûkan dane destpêkirin.’’

‘DERSIMÎ NEBÛN PARÇEYEK JI POLÎTÎKAYA DEWLETÊ’

Gundogan got, ‘bi giştî dema ku em dinerin ji ber ku piraniya eşîran di nav Alayên Hemîdiye de cih negirtin eşîran û Dersimiyan ziyan nedane Ermenan. Bi rengekî fiîlî nebûn parçeyek ji polîtîkaya dewletê.’’

‘ERMENÊN LI DERSIMÊ MAN ELEWÎTÎ HILBIJARTIN’

Gudogan bi domdarî got Ermenên ku Dersim terikandin çûne Tirkiyê û yên ku li herêmê man jî baweriya Elewîtiyê ij xwe re hilbijartine.

GUNDAOGAN: JI ÇÎROKA KÎREMÎTÇIYAN EM BI RÊ KETIN

Nezahat Gundogan li ser pêvajoya çêbûna belgefîlma ‘Zarokên Vank’ wiha got:

‘’Piştî ku me keça winda a Erman Aslihan Kiremitçiyan, ku mijara fîlm e, me dît, di ser çîroka wê re em li ser Ermenên Dersimê rawestiyan. Ne tenê li gundê wê, li Nazimiye, Mazgirt, Pulumur û li deverên dî me hewl da ku Ermenên çanda Elewî hilbijartina bibînin. Agahiyên ku me bi dest xistin di pirtûka ‘Neviyên Keşîş’ de me weşand. Di pirtûka nû de jî em ê bêhtir cih bidin Ermenên ku çanda Elewî ji xwe re hilbijartine, Ermenên ku bûne Sinî.’’

NAVÊ BELGEFÎLM JI KEŞÎŞXANEYÊ TÊ

Nezahat li ser girîngiya navê belgefîlmê Surp Garabed Vankê ya ji bo Ermenan jî got, ‘’Keşîşxane heta  tekane navenda îbadetê ye ya Ermenan e ku heta 1937’an li ser piyan mabû. Cara pêşî 1937’an ziyan dane û 1938’an jî hilweşandin. Li vî gundî Ermenî û Elewî hebûn.’’

‘ME JI KU TIRK LÊ BINERIN ÇÊKIR’

Derhêner Nezahat Gundagon herî dawî got: ‘’Me ev fîlm ji bo wan kesên ku ketine ber bayê îdeolojiya fermî, bi taybetî jî ji bo Tirkan çêkiriye. Divê girseyên berfireh nebin hevkarê nîjatperestî, mezhebîtiyê.’’

12’Ê COTMEHÊ WÊ WERE NÎŞANDAN

Belgefîlma ‘Zarokên Vank’ 12’ê Cotmehê Sêşemê, êvarî li Sînemaya Grandê ya li Stockholmê were nîşandan.