Kevneşopiya sedan salî Mehser li ber tinebûnê ye

Li Mêrdînê, bi hatina dema Mehseran re tirî tê eciqandin û kelandin û dims, bastêq û benî jê tê çêkirin. Ji ber li febrîqeyan jî êdî ev kar tê kirin, kevneşopiya sedan salan li ber tinebûnê ye.

Gundiyên Mêrdînê, her sal ji 15'ê Îlonê heta dawiya meha Cotmehê diçin ser Mehseran û dims, bastêq û benî tê çêkirin, ku di dema zivistanê de gelekî tê xwarin.

Di destpêkê de tirî tê eciqandin û bi rê û rêbazên kevnare, dims jê tê çêkirin. Piştre ev dims tê kelandin û dibe pelûl. Qinên gwîzan ên bi ta ve hatine kirin di nava vê pelûlê de tê dakirin û bi vî rengî dibe benî. Her wiha ji vê pelûlê bastêq tê çêkirin. Bastêq û beniyên di vê wextê de tên çêkirin, di demsala zivistanê de li vê herêmê gelekî tê xwarin. Her wiha, ji bo xwînê, li dijî zekemê û gelek pirsgirêkên din ên tenduristiyê, bi bandor e.

TEHMA BÊ HEMPA YA TIRIYÊ MEZRONE

Ramazan Admiş ê ji gundê Zinnar ê Mêrdînê tîne ziman, ku ew vê kevneşopiya ji pêşiyan mayî, bi 7-8 kesên ji mala xwe didomînin, ku piraniya van kedkaran jin in. Admiş dibêje. "Her roj em saet di 4'an de hişyar dibin û dest bi kar dikin. Piştî ku em tiriyê 'mezrone' ku tenê li Mêrdînê heye dişon, li ser mehseran bi rengekî paqij dieciqînin. Piştre heta 2 saetan em dadiwerînin. Ji bo vê ava tirî bikin şîre, em dixin beroşên mezin û li ser agirê ji êzigan dikelînin. Dema ku şîre hinekî keliya, em hinekî ard dixin navê û heta saeteke din dikelînin. Di dema vê kelandinê de jî em pelûlê li hev dixin. Piştî ku pelûl amade bû, qinên gwîzan ên ku me berê bi ta ve kirin, di nava vê pelûlê de dikin. Dûre jî li cihekî dadiliqînin ji bo hişk bibe. Li gorî rewşa hewayê, carna rojekê carna jî du rojan benî ziwa dibe. Dema ku hewa sar be, 4 rojan jî dewam dike ziwabûna wan."

MÎRATEYA ÇANDÎ YA JI PÊŞIYAN MAYÎ

Admiş anî ziman, ku ev çanda wan a ji pêşiyan maye, ji ber febrîqeyan li ber tinebûnê ye û wiha dewam kir: "Berê, hema bêjin hemû gundiyên me dims û benî çêdikir. Ji ber ku karekî zehmet e, gelek kes êdî nikare bike. Niha 20 ji sedî yê gundiyan vî karî dikin. Ez gelekî li ber vê rewşê dikevim. Ev mîrateya çandî ya ku ji pêşiyên me maye, êdî nema tê kirin. Li şûna wê, li febrîqeyan tê çêkirin. Beniyê ku em bi tiriyên xwezayî li ser agirê ji êzingan çêdikin şîfayê dide mirovan, beniyên bi glîkoz ê li febrîqeyan tê çêkirin jî mirovan nexweş dixîne."

Admiş destnîşa nkir, ku wê ti carî dest ji vê mîrateya bav û kalên wan ji wan re hiştine, bernedin û ji bo ev kevneşopî bidome, çi ji destê wan bê ew ê bikin.

'DIVÊ EV ÇAND JI HOLÊ RANEBE'

Dayik Mulkiye Admiş jî diyar kir, ku ew ji dê û bavê xwe hînî çêkirina dimsê, bastêq û benî bûye û 20 sal in çêdike. Admiş bi gilî û gazin e ku ev kevneşopî mîna berê nayê dewamkirin. Dayik Admiş got, "Berê, meha Îlonê her malbatê ev kar dikir. Hinekan çêdikir û difirot, hinekan jî ji bo zivistanê ji xwe re dihişt û dida mêvanan. Êdî mîna berê mirov çênakin. Li şûna wê ji febrîqeyan dikirin. Der barê berhemên febrîqeyan de divê mirovên me haya ji xwe hebe."