'Zivistana volkanîk' beriya 250 milyon salî bû sedema felaketa ekolojîk

Tunebûna girseyî ku beriya bi 250 milyon salî ji sedî 90 ê cûreyan ji holê rakir, ji ber teqîneke volkanîk bû ku cîhan xist nava zivistaneke qeşagirtî.

'Mirina mezin' ku beriya 250 milyon salî ji sedî 90 ê zindiyan hemû tune kir, bi giranî ji ber teqînekê qewimî ku bû sedema zivistana volkanîk a global.

Tîmek ji zanyaran hêzek tespît kirin ku beriya 250 milyon salî bû sedema tunebûna girseyî.

Nirxandina mîneralên li Başûrê Çînê nîşan da ku teqînên volkanîk 'zivistana volkanîk' afirandine ku germahiya cîhanê bi giranî guhertiye.

Amomaliyên li van tehtan ên bi tebeqeyên xweliya volkanîk nixumandî ne, nîşan dan ku ji emîsyonên dewlemend ên kukurta ji volkanên nêz pêk hatine.

Aerosoliyên kukurtê dema ku li atmosferê têne belavkirin, tîrêjên rojê li fezayê vedigerîne û ji bo ewr biguherîne zû tevdigerin, bi vî rengî jî dicemidîne.

Lêkolîneran tespît kirin ku volkanîzma li Çînê dikare het 4 pileyî germahiya global bi rengekî demkî biguherîne.

Tîma zanyaran diyar dikin ku volkanîzma ji aliyê kukurtê ve dewlemend, di tunebûna nifşê Dawiya Permiyen a beriya 250 milyon salî de, dibe ku xwedî bandor be û di vê bûyera hilweşîner de tevkarî li tunebûna cûreyan kiribe.

Ji Zanîngeha New Yorkê nivîskar û jeolog Michael Rampino got, "Dema ku em hîn ji nêz ve bala xwe didin ser qeydên jeolojîk ên di dema tunebûna mezin de, dibînin ku felaketa hawirdorê ya global a dawiya Permiyenê, di navbera cûreyên nava deryayê û derveyî deryayê de dibe ku gelek sedemên xwe hebin."

Zanyaran bi dehan salan sedema vê felaketa ekolojîk a global lêkolîn kir û gelekan ji wan işaret bi wê yekê kir ku lavên ji Xefikên Sîbîryayê herikî weke sedem nîşan dan.