Yek ji warên herî kevn ên mirovahiyê: Gundê Qeramêl
Gundê Qeramêl yek ji kevintirîn cih e ku mirov lê bi niştecih bûne. Dîroka wê vedigere 11 hezar sal beriya zayinê.
Gundê Qeramêl yek ji kevintirîn cih e ku mirov lê bi niştecih bûne. Dîroka wê vedigere 11 hezar sal beriya zayinê.
Gundê Qeramêl yek ji kevintirîn gundên ku mirov lê niştecih bûne. Lê belê ji ber şerê demdirêj, koçberiya bi darê zorê hemû şûnwarên wê hatin rûxandin.
Qeramêl bi 25 km li bakurê bajarê Helebê ye. Li rojavayê wê çema Qiwêqê diherike, lê ji ber avakirina gelek bendavan li ser wê çemê ji aliyê Tirkiyê ve ew çem ziwa bûye. Vê yekê jî bandoreke neyînî li ser jiyana li Qeramêl kir. Nêzî bendava Şehbayê ye.
Serjimariya gundê Qeramêl nêzî 900 kes in, ji sê eşîrên Kurd pêk tên; Dêdan, Denadiya û Miwalî. Her wiha bi hev re 150 malbatan ava dikin. Lê ji ber krîza Sûriyeyê gelek koçberî çêbû û niha xelkê gund ên resen ên ku mane bi xelkê Efrînê yên koçber re bi awayekî komunal dimînin.
Gundê Qeramêl bi çandiyên curbercur navdar e, weke sebze, fêkî û gelek cureyên baqilan. Her wiha ji bo avadana wan zeviyan gundî gelek bîr kolandine. Beşek ji gundiyan jî bi xwedîkirina sewalan debara jiyana xwe dikin.
Li gund rêyeke hesin a trênê derbas dibe. Di dema serweriya Îngilîzan de li ser herêmê ew rê hatiye sazkirin. Ji Helebê ber bi Qeramêl û diçe Bakurê Kurdistanê.
Şandeyek Polonî di sala 1999'an dest bi vekolîna gundê Qeramêl û girê wê kir. Ew kar heya sala 2011'an berdewam kir. Di encamê de jî tespît kirin ku dîroka wê digihêje zêdetirî 11,000 sal B.Z. Her wiha li gorî şandeyê Qeramêl yek ji cihên herî kevin e ku mirov tê de piştî pêvajoya koçberî û nêçîrê bi niştecih bûne.
Gelek mal ku bi awayekî giroverî hatine avakirin di wê vekolînê de hate keşifkirin. Her wiha perestgeheke olî ku tê de lavayên olî dikirin hat dîtin. Li kêleka wê gelek peykerên jinên xwedewand hatin dîtin. Yek ji wan peykeran bi dirêjahiya 8 cm e ku jineke xwedewand temsîl dike. Ew peyker yek ji kevintirîn peyker e li Sûriyeyê.
Beşek ji nişteciha Qeramêl, ji bo veşartina miriyên xwe cuda kiribûn. Her wiha bi neqş û xêzikên gelek zirav ew gor û niştecih xemilandibûn.