YE, ji bo girtina ber li îsrafa xwarinê şertan datîne

Komîsyona Ewropayê, ji market, restoran û malan dixwaze ku heta bi sala 2030’î bermahiyên ji ber dexil û dan dimînin ji sedî 30 kêm bikin.

Ji bo girtina ber li îsrafê, pêşnûmayek pêşkêşê Yekitiya Ewropayê hat kirin. Li gor daneyên Eûrostatê, sala 2020’î ji ber her mirovekî 131 kîlo bermahiye maye. Ji dehan yekê xwarinên restoran û malan hatiye avêtin.

Alîkarê Serokê Komîsyona Ewropayê Frans Tîmmermans, got: “30 milyon Ewropayî ji du rojan carekê encax xwarineke baş dixwin û birçîbûn ku li dinyayê ewqas zêde bûye, nabe ku ewqas îsraf çêbibe.”

Li gor pêşnûmayê, divê her dewleteke ku endama YE’yê ye, divê ji berhamiyên xwe yên ji ber dexil û dan dimînin ji sedî 30 kêm bike.

Ji bo bigihîjin vê armancê, wê dewlet bikarin bernameyên xwe yên girtina ber li îsrafê bi kar bînin.

Pêşbîniya komîsyonê ew e ku ger plan pêk bê wê her malbateke bi çar kesan bikare rê li ber îsrafa bi 400 Euroyan bigire.