Welatî li Stenbolê ji bo şehîdên Pirsûsê di nav çalakiyan de ne
Gelê Stenbolê, ji bo 32 mirovên li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ’a faşîst olperest a AKP piştgiriya wê dike hatin qetilkirin derket kolanan.
ANF
STENBOL
sêşem, 21 tîrmehê 2015, 21:50
Gelê Stenbolê, ji bo 32 mirovên li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ’a faşîst olperest a AKP piştgiriya wê dike hatin qetilkirin derket kolanan.
Li Stenbolê nerazîbûnên li hember êrîşa li Pirsûsê ya 32 mirovan jiyana xwe ji dest da danê êvarî jî dewam kirin. Li navçeyên Stenbolê yên wek Kadikoy, Beşîktaş, Avcilar, Esenyurt di pêşengiya HDP û HDK’ê de çalakî hatin li dar xistin. Polîsan êrîşî çalakiya li Kadikoy kirin, li Esenyurt jî di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin.