Welatê herî bextewar ê cîhanê Fînlandiya ye

Li gor îndekseke salane ya Neteweyên Yekbûyî, şeş sal in ku welatê herî bextewar ê cîhanê Fînlandiya ye, di nav 109 welatan de Tirkiye welatê herî bextewar ê 106’emîn e.

Tora Çareseriyan Ji bo Bipêşveçûna Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (SNDS), ji sala 2012’an ta bi niha, her sal Rapora Bextewariyê ya Cîhanê diweşîne.

Li gor raporê welatê herî bextewar ê cîhanê yê sala 2023’yan Fînlandiya ye. Fînlandiya şeş sal in ku li ser hev wek welatê herî bextewar tê senifandin.

Li gor rêza bextewariyê ya sê salan, pênc welatên herî bextewar, ev in: Fînlandiya, Danîmarka, Îzlanda, Îsraîl û Hollanda. Li gor par Îsraîl îsal di bextewariyê de bi pêşiya pênc welatan ketiye.

Ji her pênc welatan bikeve, welatên herî bextewar ên din ev in: Swêd, Norwec, Swîsre, Luksembûrg û Zelandaya Nû.

DYE 15’emîn, Elmanya 16’emîn, Belçîka jî 17’emîn e.

Li gor nirxandina bextewariyê ya sê salên dawîn, di nav 109 welatan de rêza bextewariyê ya Tirkiyeyê 106 e. Nîjer, Pakistan û Gana li pey Tirkiyeyê ne. Namîbya, Bûrkina Faso, Morîtanya, Senegal, Îran, Fas, Filistîni Iraq û Mozambîk ji Tirkiyeyê bextewartir in.

Nirxandina Rapora Bextewariyê ya Cîhanê li gor daneyên aborî û civakî tê kirin.