Lêkolîn li kovara bi navê Joûrnal of Experîmental Medîcîne hate weşandin. Li gorî lêkolînê, hucreyên kansera bi cûreyê Glîoblastama, ku li dijî tedawiyê gelekî berxwedêr in, bi rêya vîrûsa Zîka tinkarin bên tinekirin.
Ji beşdarên lêkolînê Dr. Mîchael Dîamond ê ji Zanîngeha Washîngtonê ragihand, ku hucreyên Glîoblastama, ku li dijî terapiyên roja îro gelekî berxwedêr in, vê kanserê gelekî giran dikin. Dîamond diyar kir, di encama lêkolînên wan de derketiye holê ku vîrûsa Zîka hucreyên GlÎoblastama tine dike.
Di nirxandina pisporên Amerîkî ya têkildarî vîrûsa Zîka de bal tê kişandin ser, hucreyên bingehîn ên li mejî ku li hemberî tedawiyên klasîk ên kanserê berxwedêr in. Lê belê ev hucre, li pêşberî vîrûsa Zîka ku di dema ducaniyê de bi rêya kelmêşê li pitik der dibe, nikarin li ber xwe bidin.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, lêkolîneran vîrûsa Zîka tevî ava şor dan zêdeyî 30 mişkên tumora mejî pê re heye. Di nava du hefteyan de hate dîtin, ku tumora mişkên ku vîrûsa Zîka dane wan, li gorî yên din biçûk bûye. Derket holê ku ev mişk li gorî yên din hê zêdetir jiyan e.
Vîrûsa Zîka, ku bi taybetî par li Başûrê Amerîkayê belav bû, di dema ducaniyê de eger li jinê der bibe, di pitikê ji dayik bibe de rê li ber nexweşiyeke bi navê mîkrosefalî vedike. Pitikên bi vê nexweşiyê ji dayik dibin, hucreyên bingehîn ên mejiyê wan ji aliyê vîrûsa Zîka ve tên tinekirin. Ji ber vê yekê serê tasa serê wan bi têrkerî mezin nabe.
Hat ragihandin, ku ji bo vîrûsa Zîka di tedawiya Glîoblastama de bê bikaranîn, pêwîstî bi lêkolînên nû hene. Pispor dibêjin, piştî ku tumora Glîoblastama bi emeliyatê hate rakirin, divê vîrûsa Zîka li cihê tumor lê bû bê xistin.