VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin

VEDAŞ'ê li Wanê saetên ceyranê yên li sîteyan di qaseyên girtî de bi cih kirin. Şêniyên Wanê êdî wê nikaribin hîn bibin ka çiqas ceyran xerc kirine.

Şîrketên belavkariyê ku li Wanê û gelek bajarên din ên Kurdistanê di sala 2020’an de saetên ceyranê ji deriyên malan vekirin û birin ser stûnan, vê carê jî saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyên kilîtkirî de bi cih kirin. 

Tîmên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Gola Wanê (VEDAŞ) li gelek herêmên Wanê dest bi pergala qaseyên kilîtkirî kir. VEDAŞ a berê xwe da sîteyên mezin ên li bajêr, panoyên ceyranê yên li sîteyan jê dike, di qaseyên kilîtkirî de bi cih dike. Bi vê pêkanînê şêniyên herêmê wê nezanibin ku çiqas ceyran xerc kirine.