Tu sal li Îspanyayê biharê hewa ewqas germ nebûye

Li gor ajansa meteorolojiya neteweyî ya Spanyayê, tu sal bihar li Spanyayê bi qasê sala 2023’yan germ nebûye.

Aemet’ê ku danasîna rapora xwe ya têkildarê germahiya hewayê kir, diyar kir ku ji sala 1961’ê ve tu sal bihar ewqas germ nebûye.

Ji 1’ê Adarê ta bi 31’ê Gulanê sê mehan navinca germahiyê 14,2 bûye û 1,8 pile bi ser rewşa hewayê ya asayî ketiye.

Bihara sala 2023’yan, di heman demê de bû demsala duyemîn a herî heşk a heta bi niha ya li Spanyayê.

Ji ber hatina germahî û hewaya heşk ji Efrîkaya Bakur, dawiya meha Nîsanê li Spanyayê gelek germ bû. Bi 38,8 pileyan germahiyeke din hat tomarkirin.

World Weather Attrîbûtîon (WWA) toreke zanyaran a kûreyî ye, meha Gulanê lêkolînek weşand, di lêkolînê de got: “Avhewa neguheriya, wê hewa ew qas zêde germ nebûya.”

Li gor NY’yê, dibe ku ji sedî 75’ê Spanyayê bibe çolistan.