Bi lêkolînekê ku ji ne ji zû ve hatiye kirin, berbiçav bû ku divê saziyên fînansî ji destçûna curbicuriya biyo bi fikar bibin.
Li gor lêkolînekê ku ji aliye lêkolînerên Allîanz Tradeê ve hat kirin, têkiliya mirina mêşên hingiv û kêmbûna hilberîna navxweyî bi hev re heye. Bandora wê rasterast li kirinên aborî û curbicuriya aborî, heye û ji bo parastina curbicuriya biyo û bipeşçevûyîna di warê aboriyê de fersend e ku mirov razemeniyên pir mezin bike.
Lêkolînerên Alîanz Tradeyê, bi rêya van keşfan li ser bandora aborî ya şênber a tunebûna mozan sekinîn.
Ji ber kêmbûna mêşên hingiv, hilberîn kêm dibe û rê li ber ketin û kêmbûna aboriyê vedibe. Ji ber ku nêzîkê ji sedî 75’ê fêkî, tiştên heşkkirî, qehwe, kakao û hêj gelek zexîreyên bingehîn girêdayî çêkerên polenan e, hat destnîşankirin bandor gelek e.
Li gor daneyên dawîn, li seranserê cîhanê ji sedî 40 koloniyên mêşên hingiv di nava 10 salan de hatine tunekirin. Bandora vê, pir li welatên rojavayî yên Ewropayê dibe.
Lêkolîneran tespit kir ku ji ber kêmbûna çêkirina polenan wê salê zêdeyê 3 milyar euroyan zerar çêbibe.
Ji ber tunebûna kêzik û yên polenan çêdikin, Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF), pêşbînî dike ku heta sala 2050’yî buhayên tov ji sedî 4, fêkî û zerzewat jî ji sedî 3 zêde bibin.