Têkildarê bermahiyên plastîk peymanek hat çêkirin

Nûnerên welatên cîhanê li hev kirin ku li ser bermahiyên plastîk peymanek 'dîrokî' amade bikin. Ev biryar ji peymana Parîsê ya sala 2015'an û vir ve wekî peymana avhewayê ya herî mezin tê silav kirin.

Nûnerên welatên cîhanê, wezîrên jîngehparêziyê û nûnerên din ên ji 173 welatan li hev kirin ku di mijara bermahiyên plastîkê de peymaneke qanûnî çêbikin.

Pêşnûmaya ku li meclîsa hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Naîrobî ya Kenyayê hate pejirandin, daxwaz dike ku di du salên pêş de nîqaş û lihevkirinek ku "tevahiya çerxa jiyanê" ya ji hilberîna plastîkê heya bi avêtina wê bigire nava xwe bê çêkirin. Ew ji hêla serokê Bernameya Jîngehparêziyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) ve wekî peymana hawîrdorê ya piralî ya herî girîng ji peymana avhewayê ya Parîsê di sala 2015 de hate pênasekirin.

Ji 9,2 mîlyar ton plastîk ku di navbera salên 1950 û 2017’an de hatî hilberandin, tê texmîn kirin ku 7 mîlyar tonê wê niha sergo ye. Nêzî ji sedî 75’ê van bermahiyan an li di cihên avêtina sergoyan de tên komkirin an jî li hawîrdor û ekosîstemên bejahî û avî tên komkirin.

Di danûstandinên li Naîrobî ya vê heftiyê de ji bo nîqaşkirina şertên peymanê, welatên Neteweyên Yekbûyî li hev kirin ku peyman ne tenê bermahiyên plastîk, belku hilberîn û dîzayna plastîk jî bigire nav xwe. Biryarê, komîteyeke danûstandinan a di navbera hikûmetên ku ji bo amadekirin û erêkirina peymanê hatibûn erkdarkirin damezrand. Wê îsal dest bi xebatê bike û armanc dike ku heta sala 2024’an xebatên xwe temam bike.

Di biryarnameyê de hukmên ji bo naskirina berhevkarên bermahiyên plastîkê û pejirandina rola gelên xwecihî destnîşan dike ku li gorî rêxistinên sivîl "pêşketineke mezin" e ku wê bandorê li mîlyonan mirovan bike. Berhevkarên sergoyê, karkerên heqdestê wan kêm ên ku sergoyê ji bo plastîkên dikare were veguhertin û tiştên din ên li welatên pêşketî berhev dikin, di biryarnameyek jîngehparêziyê de cara yekem têne nas kirin.

Şefê UNEA-5 û Wezîrê Avhewa û Jîngehparêziyê yê Norwêcê, Espen Barth Eîde got: “Qirêjiya plastîk bûye nexweşiyek. Bi biryara îro re em bi fermî ji bo dermankirinê di rê de ne.”

Dîrektora Bernameya Jîngehparêziyê ya Neteweyên Yekbûyî Inger Andersen, biryara ku piştî peymana Parîsê wekî peymana hawirdorê ya herî girîng bi nav kir, wekî "serkeftina gerstêrka Erdê li hember plastîkên ji bo yekcarê tên bikar anîn" girte dest.

Rêxistinên sivîl ev biryar wekî guherînek krîtîk di nêzîkatiya siyasetmedarên navneteweyî de ku berê wekî pirsgirêkek yê sergoya deryayê bala xwe dabûn ser plastîkê. Raye tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî hilberîna plastîkê ku tê texmîn kirin heya sala 2050’an wê hema hema çar qat bibe û ji sedî 10-13’ê budceya karbonê ya gerdûnî pêk tê pêşniyar dike. Rêxistinên sivîl bang li lîderên cîhanê kirin ku ji bo pêşxistin û dawîkirina hûrguliyên peymanê di du salên pêş de biryardariyeke mezintir nîşan bidin.

Peyman wê bi derfetê piştgiriya darayî û teknîkî û fînansek gerdûnî ya taybetî, di nav de saziyek zanistî ku jê re şîret bike, pêk were.

Ev biryar di civîna sê rojî ya UNEA-5.2 de bi tevlêbûna zêdetirî 3400 delegeyên ji 175 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî, di nav de 79 wezîr û 17 rayedarên payebilind, û 1500 beşdarên bi rêya înternetê, hate pejirandin.

Li gorî saziya ramanê ya Planet Tracker, mezaxtina plastîkê li welatên pêşkeftî ser her kesî 2,5 qat ji welatên dixwazin pêş bikevin zêdetire.