‘Sedema hişkesaliya li Kevana Efrîkayê, germbûyîna kûreyî ye’

Li gor raporeke ku ji aliyê World Weather Atribûtion (WWA) ve hat weşandin, sedema hişkesaliya li Kevana Efrîkayê, guherîna avhewayê ya ji ber kirinên mirov e.

WWA ku toreke zanyaran a kureyî ye, tespît kir ku guherîna avhewayê ku ji ber kirinên mirov qewimiye, nêzîkê sed car zêdeyê hişkesaliya berê ya li Kevana Efrîkayê ye.

Li welatên Kevana Efrîkayê (Etiyopya, Erître, Somalî, Cîbûtî, Kenya û Sûdan), ji dawiya sala 2020’an heta bi niha 40 sal in ku hişkesaliyeke wisa çênebûye.

Bi barîna baranê pênc caran li ser hev, bi milyonan heywan mirine û zevî tune bûne.

Li gor NY’yê, li Etiyopya, Kenya û Somaliyê dibe ku 22 milyon kes birçî bimînin.