Salê 142 saetên Stenboliyan di trafîkê de tê kuştin

Li gorî endeksa salane ya trafîkê ku Tomtom a ku pergalên mobîl ên GPS'yan hildiberîne, li cîhanê herî pir li Stenbolê di trafîkê de dema mirov tê kuştin.

Endeksa trafîkê ku têkilî dema ku di trafîkê de tê kuştin ji hêla Tomtomê ve hatî hazirkirin, di nav 58 welatan de, ji nav 404 bajarî dema mirov herî zêde di trafîka Stenbolê de tê kuştin.

Li gorî hesabên Tomtomê salê 142 saetên Stenboliyan di trafîkê de têne kuştin û ev jî dike 6 roj.

Di rêza sêyan de bi 140 saetan Moskowa, di rêza sêyan de jî bi 128 saetan Kîev heye. Li nav bajarên Tirkiyê li Izmîrê salê 85 saet di trafîkê de têne kuştin û di Izmîr di rêza 29'an de ye. Enqere jî bi 78 saetan di rêza 50'î de ye. Li nav welatên YE'yê Atîna bi 85 saetan di rêza 31'an de, Parîs bi 82 saetan di rêza 37'an, Marsîla bi 80 saetî di rêza 42'an û Roma bi 75 saetan di rêza 54'an de ye.