Rêwîtiya masiyên firoke yên Wanê dest pê kir

Bi milyonan masiyên Wanê ji bo ku hêkên xwe berdin ava çem ji Gola Wanê ya ku ava wê bi soda ye, dest bi rêwîtiya mûcîze kirin.

Rêwîtiya Masiyên Wanê yên ku wekî masiyên firoke yên Bakurê Kurdistanê tê zanîn, dest pê kir. Ev masî ji 15’ê Nîsanê heta 15’ê Tîrmehê dest bi rêwîtiyê dikin. Ev koç di dinyayê de wekî koça herî qelebalix a giyaneweran tê zanîn.

Koç herî zêde jî di navbera mehên Gulan û Hezîranê de tê kirin. Masiyê Wanê temamê jiyana xwe di nav ava bi soda ya Gola Wanê de didomîne û piştre berê xwe dide çemên ku diherikin ser Gola Wanê.

Di dema koç û rêwîtiyê de gelek astengî derdikevin pêşberî van masiyan. Ji bo ku bikaribin hêkên xwe berdin nav avê, difirin û bi vî awayî dixwazin astengiyên li pêşiya derbas bikin. Ev masî piştî ku hêkên xwe dike dîsa vedigere Gola Wanê.

Ev masî li dinyayê bi tenê li Gola Wanê hene û di dema koç û rêwîtiyê de dibin hedefa, qaqlîbaz, mar û nêçîrvanan. Ji ber ku bi awayekî qelebalix koç dikin, di avên nizm de carinan mirar dibin. Ev masî koçî Çemên Zîlan, Delîçay û Bendîmahiyê dike û di vê koça wan de dîmenên xweş derdikevin holê. Ji bo van dîmenên xweş her car bi hezaran mirov ji Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê tên Wanê.