Rageşiya Misr û Sûdanê ya bi Etiyopyayê geştir dibe

Misr û Sûdanê ji bo bendava li ser çemê Nîlê ku Etîyopyayê bêyî peymanê daniye helwest nîşan dan.

Beriya civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku pênçşemê wê pêk were rageşiya di navbeyna Misr, Sûdan û Etîyopyayê de geştir dibe.

Bendava Ronesansa Mezin ku ji hêla Etîyopyayê ve li jora Çemê Nîlê ava kiriye, li nav Misr û Sûadnê ku fikarên wan li ser kana avê hene, dibe sedema rageşiyê.

Wezîrê Avadaniyê yê Misrê Evdil Ettî êvara sêşemê got têkilî destpêkirina qonaxa duyan a dagirtina bendavê ya bi destê Etîyopyayê wan ew agahdar kirine.

Beriya civîna Konseya Ewlehiyê Wezîrê Karê Derve yê Misrê Sameh Şukrî li gel hevtayê xwe yê Sûdanî Merîem el-Mehdî li New Yorkê rûnişt.

Du wezîran bi daxuyaniyeke hevpar diya rkirin ku ew helkefta dagirtina bendavê 'bi rengekî rijd'' red dikin, bang li Konseya Ewlehiyê kirin têkilî dagirtina bendavê û sazkarkirina wê derheqê peymaneke pêgir destekê bidin helwesta Misr û Sûdanê.

Li gorî daxuyaniyê Misir ''vê tevdîra yekalî bi rijdî'' red dike.

Tê diyarkirin Etîyopya plansaziya wê die ku karê dagirkirinê Tîrmeh û Tebaxê biqedîne.

Li ser daxwaza Tûnisê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Pênçemê wê bi rojeva bendvavê kom bibe. Etîyopya li dijî vê civînê ye lê tê payin ku ew jî tevlî civînê bibe.

Fransa ku Tîrmehê wê seroktiya Konseya Ewlehiyê bike, ji niha ve diyar dike ku konsey hêza xwe kêm e ku bikaribe vê problemê çareser bike û ev dosya bêhtir ji hêla Yekîtiya Efrîkayê ve tê rêvebirin.

Etîyopya ku nifûsa xwe 110 milyon e diyar dike ji bo hewcehiya nifûsê bi cih bînin bendav pir girîng e.