QSD: Em serkeftina xwe ya îro diyarî gelê xwe dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê diyar kir ku li gundên bakurê Bendava Tişrînê bi dehan çete hatin kuştin, bi dehan wesayîtên zirxî hatin rûxandin û got: “Em serkeftina xwe ya îro diyarî gelê xwe dikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan tevahî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi piştevaniya balafiran û topavêjan ên li dijî gundên başûrê rojhilatê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê têk birine.

QSD’ê destnîşan kir ku di encama têkbirina wan êrîşan de bi dehan çete hatin kuştin, bi dehan wesayîtên leşkerî û panzer hatin rûxandin

QSD’ê anî ziman ku di demên pêş de wê agahiyên berfireh û dîmenên çalakiyan ji raya giştî re parve bikin û got: “Hêzên me derbeyên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Em vê serkeftina xwe diyarî gelê xwe dikin û soza serkeftinên mezintir didin.”