PPT ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên Tirkiyeyê li hev dicive

Tribunal a Gelan a Timî (People’s Permanent Tribunal-PPT), ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li Rojava wê di 5-6'ê Sibatê de li Brukselê li hev kom bibe.

TRÎBUNAL A GELAN A TIMÎ

Tribunal a Gelan a Timî (People’s Permanent Tribunal-PPT), ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê di 5-6'ê Sibatê de li Brukselê li hev kom bibe. Di rûniştinên kombûnê de ku wê li Zanîngeha Vrije'yê pêk werin, ji bo pêşîgirtina li koçberiya bi zorê, bikaranîna çekên qedexekirî, sûîqest, êşkence û tinekirina mîrateya çandî wê sûcdariyên li dewleta Tirk têne kirin bêne nirxandin.

Hin ji sernavên ku li Tribunalê bêne nirxandin bi vî rengî ne:

KOÇBERKIRINA BI ZORÊ YA JI CIH Û WARÊ XWE

Şahid wê qala koçberkirina şêniyên Kurd a bi zorê ya ji Efrîn û Serêkaniyê bikin. Di vê dagirkeriyê de guhertinên demografîk di asteke girîng de hate kirin û li geo tundiya zayendî li ser sûcên şer rapor hatin pêşkêşkirin.

BIKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ

Delîlên li ser îdîayên ku dibêjin çekên qedexekirî yên weke fosfor a spî li hemberî dibistan, nexweşxane, nifûsa sivîl û binesaziyê hatine bikaranîn, wê bêne pêşkêşkirin.

SÛÎQEST Û KOMKUJIYÊN LI SER SIVÎLAN

Kuştina Hevrîn Xelef ku yek ji parêzvanên aştiyê bû û çalakiyên tundiyê yên din ên li hemberî mirovên sivîl wê bêne lêkolîn.

TINEKIRINA MÎRATEYA ÇANDÎ

Tirbên Êzidiyan ên pîroz jî di nav de xerakirina qadên çandî bi rêk û pêk, talankirina wan, wê weke binpêkirina peymanên navneteweyî yên parastina hebûneya çandî bêne belgekirin û nirxandin.

ÊŞKENCE Û BINÇAVKIRINA NEHIQÛQÎ

Li gel bûyerên sembolîk wê raporên li ser êşkence û binçavkirina kêfî, weke parçeyek ji stratejiyeke berfireh a li ser tepisandina nasnameya etnîkî, çandî ya nifûsê bê nirxandin.

Trîbunal a Gelan a Timî li ser daxwaza fermî ya rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan ên li Ewropa û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Ev rêxistin dixwazin binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê bi belge bikin û dawî li bêcezahiştinê bînin. Trîbunal destnîşan dike ku çalakiyên dewleta Tirk ji bo tinekirina modela demokratîk a şoreşa Rojava ye ku xwedî potansiyela azadîparêziyê ye.

Bi heman rengî di Trîbunalê de sala 2018'an li ser binpêkirinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî yên dewleta Tirk ên li dijî gel û rêxistinên Kurdan nirxandin kiribû.

Trîbunal a Gelan a Timî sala 1979'an li Îtalyayê ava bû.

Agahiyên hîn berfireh ji malpera înternetê ya Trîbunal dikare bêne peydakirin: (https://rojavapeoplestribunal.org)