ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Ji parêzerên Baroya Wanê Mahmût Kaçan got, nabe ku 'mafê hêviyê' weke qenciyekê bê pêşkêşkirin û diyar kir ku li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin.

KCDK-E'yê ji bo çalakiya şermezarkirinê ya 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir ku wê bi dirûşma 'Kujer diyar e' Fransa çima bêdeng e?' li Gare du Nord a Parîsê bê lidarxistin.

Ji TJK-F'ê Done Guzel û endamê Dîwana KCDK-E'yê Mûrat Ceylan ji bo meşa 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Xwedîderketina li şehîdan berpirsyariya me ye."

Aktîvîstên ji Tûnis û Fasê yên tevlî Komxebata Piştevaniya Jinê bûn, diyar kirin ku paşeroja Sûriyeyê di nava Rêveberiya Xweser de ye û destnîşan kirin ku sîstemên ku jinê înkar dikin nikarin bi ser bikevin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Tribunal a Gelan a Timî (People’s Permanent Tribunal-PPT), ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li Rojava wê di 5-6'ê Sibatê de li Brukselê li hev kom bibe.