Qeşa li Gronlandê heliya ji bo tevahiya cîhanê bû sedema rîska lehiyê

Li gorî lêkolîneke nû, ji qeşa Gronlandê di nava deh salan de zêdeyî 3.5 ton heliya ye û ev rewş rîska lehiyê ya li tevahiya cîhanê zêde dike.

Tîmek ji zanyarên li Zanîngeha Leedsê bala xwe dan ser daneyên peykê û tespît kirin ku helîna tebeqeyên qeşayê yên mezin li tevahiya cîhanê asta deryayê bi santîmetreyekê bilind kiriye.

Yek ji sê parên vê helandinê ku ji ber şert û mercên germbûna hewayê rû da, tenê di 2 havînên salên 2012 û 2019'an de pêk hat.

Dîmenên peykê yên nû nîşan dan ku helandina qeşayê ya ji ber demsalê bi giranî guherî ye û ev guherîn jî herî zêde ji ber pêlên germê yên li derdora Gronlandê ye.

Li gorî zanyaran, helandina tebeqeya qeşayê ya li Gronlandê bûye sedema zêdebûna ji sedî 25 ê ava deryayê ya çend deh salên dawî.

Eger temamiya qeşa li Gronlandê bihele wê li tevahiya cîhanê derya bi qasî 20 fît (zêdeyî 6 metreyî) bilindtir bibe. Lê belê nayê texmînkirin ku ev yek di demeke nêz de pêk were.

Tebeqeya qeşayê ya Gronlandê, piştî Antarktîkayê duyemîn çavkahiya herî mezin a ava vexwarinê ye ku bi qasî 1.8 milyon kîlometreçargoşe fireh e.

Helandina vê tebeqeya qeşayê di sala 1990'î de dest pê kir û piştî sala 2000'î zêde bû.

Li gorî lêkolîneran, helîna qeşayê salên dawî li gorî dema beriya salên 2000'î bi çar qatî zêdetir bûye.