Qeşa li Gronlandê ji texmînan zûtir dihele

Qeşa li Gronlandê ji jêrê ber bi jorê ve dihele. Zanyar dibêjin, di asta cîhanî de ev yek ê bandoreke mezin li bilindbûna ava deryayê bike.

Li gorî lêkolîneke nû, qeşa li Gronlandê zû dihele û di asta cîhanî de ji aliyê bilindbûna ava deryayê ve wê encamên gelekî giran bi xwe re bîne. Her wiha ji texmînan bêhtir av û qeşayê tevlî okyanûsê dike.

Li gorî lêkolînê ku li Pirtûka Belavokên Akademiya Zanistiyên Neteweyî ve hate weşandin, ji ber ava zêde ya li rûyê qeşayê heliyayî, li binê tebeqeya qeşayê 'helandineke ji herdemê zêdetir' hatiye tespîtkirin.

Ava ji qeşa heliyayî her ku diherike, enerjiya potansiyel a rakêşiyê vediguherîne enerjiya kînetîk û ev jî dibe sedem ku ava li binê tebeqeya qeşayê kom dibe, germ dibe. Hate ragihandin ku ev tevgera li tebeqeya qeşayê ya Gronlandê ji 10 bendavên hîdroelektîk ên herî mezin ên cîhanê bêhtir enerjiyê hildiberîne.

Ji beşdarên lêkolînê Zanyar Poul Christoffersen ê ji Zanîngeha Cambridgeyê got, "Lê belê tîna ku av bi xwe re çêdike, ji bo hilberîna eletkrîkê nikare bê bikaranîn. Li şûna vê, qeşayê dihelîne."

Mehên ku hewa germ e, ava heliyayî li golan kom dibe û li rûyê tebeqeya qeşayê diherike. Herikîna vê avê dibe sedem ku qeşa di asteke mezin de biderize.

Ava ji qeşa heliyayî li binê tebeqeya qeşayê dibe sedema helandineke mezintir, di heman demê de rêya qeşa ku ber bi okyanûsê ve diherike zêde dike.

Tebeqeya qeşayê ya Gronlandê duyemîn mezintirîn tebeqeya qeşayê ya cîhanê ye û yek ji bandora herî zêde ya li bilindbûna ava deryayê ya cîhanî dike.

Christoffersen got, "Qeşa li Gronlandê gelekî zû dihele. Ji ber vê yekê ji helandinê windahiyeke mezin rû dide. Beşeke girîng a qeşayê rojê pênc heta şeş santîmetreyî dihele."

Lêkolîner diyar dikin ku dema ew vê yekê bi rewşa li Antarktîkayê re didin ber hev, dibînin ku qeşa li vê derê bi rastî jî zû dihele.