Polîtîkaya Amazonê ya Lûla hêdî hêdî bi kêr tê

Li gor heman serdema sala çûyî, jidestçûna daristanan li aliyê Brezîlya yê Amazonê, ji sedî 33,6 kêm bûye.

Armanca hikûmeta Lûîz Inacîo da Sîlva ku Serokê Dewleta Brezîlyayê ye, ji xwe re kiriye armanc ku li ber bêdaristankirina Amazonê têbikoşe.

Li gor dîmenên Enstîtuya Lêkolînên Fezayê yên Neteweyî (INPE), xuya ye ku 2.649 km2 ji daristanan kêm bûye. Sala çûyî, di navbeyna meha Çileyê û Hezîranê de 3.988 km2 ji daristanan kêm bûbû.

Wezîra Jîngehê Marîna Sîlva, roja Pêncşemiyê daxuyanî da çapemeniyê, got: “Jidestçûna daristanên Amazonê tim kêm dibe.”

Lûîz Înacîo Lûla, soz da ku wê polîtîkayên jîngehê yên selefê xwe ji holê rabike û dawiyê li bêdaristankirinê neqanûnî bîne.

Serokê deweta Brezîlyayê, ji bo bigihîje armanca xwe hewil dide ku dewletên dewlemend ji bo parastina daristanan budçe veqetînin. Norwec û Elmanyay ji niha ve bûne alîkar.